Nivîsar

Meşruiyeta Tevger, PDKT, PAK “ Gelê Kurd e!

Cemal BATUN

Li cîhanê tevayiya rêxistinên civatî / siyasî meşruiyeta xwe ji gelê xwe distînin. Ew rêxistin ji bo çareseriya pirsgîrekên civata xwe derdikevin rê û ew gel gava di derdora wan rêxistinan de hestên xwe, fikir / ramanên xwe tîne ziman, ew bîngeha meşruiyeta xwe weha werdigirin. Tevgerên civatî “ gelerî “ siyasî vîn û hêviyên gelê xwe birêxistin dikin, ji bo daxwaza civata xwe formulasyonên berjewendiya gelê xwe didin pêş xwe, weha jî dibin platforma iradeya gelê xwe. Bêguman dibe ku ew rê û rên cewaz bidin pêş xwe “ armanc organizekirina vîn, îrade, hêvî û daxwazên gel e. Tevgera Ciwanên Kurdistanê jî tevgerek weha meşru, Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye, Partiya Azadiya Kurdistanê jî weha meşru ne… Ew meşruiyeta xwe ji gelê Kurdistanê werdigirin.

Li welatê me “ li Kurdistanê, rastiyek ku li dij vîn û iradeya gelê Kurdistanê hatî avakirin heye. Ev jî dagîrkirina Kurdistanê ye. Gelê Kurd heta roja me ya îro jî, li Bakurê Kurdistanê nikarîbûye bi awayek azadene, serbest û rizgar di derdora saziyên xwe, rêxistinên xwe, desthilata xwe organize bibe. Dagîrkerên Kurdistanê astengîya herî mezin di dagîrkirina welat û gelê Kurdistanê de peyda kirin e. Desthilat, aborî, birêvebirin, ewleyî û hemû heyînên rewa ji destê gelê Kurdistanê hatine standin û dewleta/ên dagîrker, saziyên xwe yên dagirkeriyê bi zorê spartine heyîna Kurdistanê. Bi vî awayî: heta roja me ya îro jî Kurd / Kurdistanê nikarîbûne vîn û îradeya xwe bi awayek azad lidar bixin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi taybetî di dema dawî de, girêdayî têkoşîna bêhempa ya gelê Kurd hin destkeftiyên berbiçav hatine bidestxistin. Di vê çarçoweyê de jî: niha tevger û hêzên siyasî yên Kurd bi nasnameya xwe ya gelerî û welatî dixwazin derkevin pêş. Tevgera Ciwanên Kurdistanê weha, bi xîret û xebatek birumet doza xwe anî zimên û navê: Tevgera Ciwanên Kurdistanê li xwe kir, bi ala Kurdistanê avahiya xwe xemiland. Huquqa dagîrker xwest Tevgerê qedexe bike, navê Kurdistanê qebûl nake, lê wan xebata xwe bêrawestan domandin… Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye, yekem car piştî damezrandina Komara Tirkiye wekî partiyek siyasî bi navê Kurdistanê xwe da qebûlkirin. Niha jî: Partiya Azadiya Kurdistanê: bi navê welatê xwe û vîn a welatê xwe ya serbixwebûnê derket meydana siyasî. Ev çendîn roj in: platforma siyasî ya Tirk gêj bûye: çawa dibe ku Partiyek bi navê Kurdistanê derbikeve meydana siyasî, çawa dibe serbixwebûna Kurdistanê bête xwestin, çawa dibe Diyarbekir wekî navenda siyasî bête hilbijartin?(!)…

Hin berpirsên siyasî yên Tirkan feryadê dikin: qaşo PAK ne meşru ye. Meşruiyeta PAK, PDKT, Tevgerê jî gelê Kurdistanê dide. Çawa AK Parti ji bo Tirkan meşru be, weha jî ew tevger û partiyên Kurd “ ji bo Kurd / Kurdistanê meşru ne. Na mafê me ye em ji Tirkan re bibêjin ev partiya we meşru ye, ev partiya we ne meşru ye. Ne mafê Tirkan û Tirkiyeyê jî: meşruiyeta gelê Kurd / Kurdistanê bigre destê xwe…

Demokrasî ev e: tu rêzê li vîn » hesta gelên din jî bigre. Ger Tirk hîn jî di qebûlkirina vê rastiyê de zehmetiyan dikînin, pîvana demokrasiya wan jî ewqas e. Yên divê xwe biguherînin ew in, ne Kurd û Kurdistanî….

 

 

Stockholm, 24 Mijdar 2014

Back to top button