Cîhan

Mesîhî beşeke resen a civakê ne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin rewş û rola pêkhateyên olî û netewî guftûgo kirin û xwedêlêderketin û vehewandina koçberên Mesîhî li Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.

Di wê derbarê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekezî li ferhenga pêkvejiyan û lêborînê ya gelê Kurdistanê kir û ragihand, wek her dem Mesîhî beşeke resen a civakê dizanin û xwedêlêderketin û vehewandina wan jî bi erkê mirovdostî yê gelê me dibînin.

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh û sersala nû li kardinal Pietro Parolin kir û bi riya wî jî bi wê boneyê silavên taybet ji Qedaseta Papa Francis re şand.

Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de, hêvî xwast ku bi hevkariya hemû aliyan heyamekê bê afrandin ji bo birayên Xiristiyanî li welat bimînin û tevgera koçê berûvajî bibe û bi dilxweşî vegerin ser mal û milkên xwe.

Li hemberê jî, kardinal Pietro Parolin spasiya hikûmeta Vatîkanê ji Herêma Kurdistanê re ragihand û dua bo vegera aştî û aramiyê ji navçê re kir. Ji bilî pesnê rola Herêma Kurdistanê bo xwedêlêderketin û vehewandin û dabînkirina pêwîstiyan ji koçberan re, tekez kir ku Vatîkan bi piştevanî û pêşkêşkirina hevkariyan ji bo pêşketina zêdetir a Herêma Kurdistanê berdewam dibe.

 

Back to top button