NivîsarRojev

Merheba Diyaspora Center!!

Tîma fûtbolê DalKurd bi nav û sembola xwe ya Ala Rengîn hat naskirin û hezkirin. DalKurd bi van nirx û sembolên xwe Kurd bi awira gelemperîya fûtbolê da naskirin. Navê Kurd û Ala Rengîn çawa ku dilê Kurdan xweş û geş kir, herweha dilê xêrnexwaz û neyarên Kurd jî reş kir,

Nurî Çelîk

Dem û dezgehên xelkê ji bo xurtkirin û paraztina berjewendîyên millet û welatê xwe dixebitin. Ji bo lihevragirtin û tifaqa milletê xwe dixebitin û hewl didin çareserîyan ji nakokî û pirsgirêkên nava girseyên xwe re bibînin. Li derveyî welêt û li diyasporayê ji derveyî Kurdan hema bêjin temamê milletan xizmetê ji yekîtîya xwe û ji berjewendîyên welatê xwe re dikin. Gava mijar dibe berjewendîyên millet, al û welat, hemi nakokî û pirsgirêkên navxwayî datînin alîyekî û dibin yek dest, dibin yek deng û yek hêz. Bêguman ev yek ji xurtbûna hestên wan yê netewî, ji xwenaskirin û hizra wan a welatperwerî tê.

Li vajayî xelk û milletên din, em Kurd çi li welêt bin û çi li derve û diyasporayê bin, em tucarî nebûne xwedîyê wan hest û giyanê netewî ku karibin berjewendîyên xwe yên şexsî, malbatî û partîtî deynin alîyekî û li dora berjewendîyên netewî kom bibin. Ev jî helbet ji lawazbûn, sistbûn, jarbûn û ji tunebûna hest û hizrên netewî tê. Hest û hizrên milletên din ji dil û mejîyê wan e, ê me Kurdan jî tenê bi ziman û ji zimanê me ye. Ne ji dil û mejî ye, ne bi dil û mejî ye. Netewperwerîya me netewperwerîyek xav e, bê wate û bê armanc e. Gotin heye lê di kirinê de tu kes erk û nirxên netewperwerîyê nayîne cîh. Bi ziman herkes Kurdperwer û netewperwer e, lê di kirin û emel de bêhna netewperwerîyê ji wan nayê. Berjewendîyên me di ser her tiştî re ye û gava berjewendîyên me têxevin xeterîyê, netewperwerîya me jî winda dibe. Helbet bêdewletbûn û tunebûna perwerdeyek netewî û netewparêzî di kesayet û netewperwerîya me de rolek mezin dilîze. Lê gava em li xelk û milletên din dinerin, yên xwedî dewlet û bêdewlet jî netewperest nirx û hêjayîyên welatên xwe ne û hest û hizrên wan yên netewî ji yê me Kurdan qat bi qat zêdetir û xurttir in.

Tîma fûtbolê DalKurd bi nav û sembola xwe ya Ala Rengîn hat naskirin û hezkirin. DalKurd bi van nirx û sembolên xwe Kurd bi awira gelemperîya fûtbolê da naskirin. Navê Kurd û Ala Rengîn çawa ku dilê Kurdan xweş û geş kir, herweha dilê xêrnexwaz û neyarên Kurd jî reş kir, di çavên wan de bû strî û kelem. Ji ber vê yekê, xêrnexwazên Kurd û dilxwazên dagîrkerên Kurdistanê hewl dan ku nav û logoya DalKurd biguherin, Kurd û Ala Rengîn rakin û li şûna wan navê Bratî û logoya Nêrî deynin. Zêdebûna ser kezebê û rûreşîya mezintir ew bû ku di destpêkê de wan xêrnexwazan dixwest logoya DalKurd bikin SOR û SPÎ û kirasê ala Tirkan li DalKurdê bikin. Piştî ku rengê sor û spî nehat pejirandin, xêrnexwazên me îcar xwestin nav bikin Bratî û logo jî bikin rengê kesk (rengê Îranê) û Nêrî.

Li ser guhertina nav û logoya DalKurd gelek nîqaş di nav Kurdan de hatin kirin û nerazîbûn hatin nîşandan. Li ser van nerazîbûna, desthilatdarîya DalKurd daxuyand ku wê nav û logo neyên guhertin û wek xwe bimîne. Piranîya Kurdên ku li dijî PKK û YNK bûn, guhertina nav û logoya DalKurd dixistin stuyê PKK û YNK û ew bi tundî şermezar dikirin, ew dikirin şirîk û hevkarên dewletên dagîrker. Lê di rastîyê de mesele ne wilo bû. Ew kesê ku dixwest nav û logoya DalKurd biguhere, şirîk û merivê berpirsekî PDK ê di asta herî bilind de bû. Di vir de carek din lîztikên klîkên nava PDK derketin holê û belkî ji ber vê yekê ye ku Diyaspora Center bêdeng ma û cilik kişand serê xwe. Wek tê zanîn berpirsiyarê Diyaspora Center jî PDKî ye.

Birastî gava me li ser Diyaspora Center nivîsî û got; „ Ev karê tê kirin yan jî wê bê kirin, ji teref van kesên ku ne xwedî liyaqat in û tenê bi hêza kilîkek ji nava partîya xwe tev digerin“ gelek ji me aciz bûn. De îcar merheba ji Diyaspora center re; ka hûn li ku ne? Va xêrnexwaz dixwazin nav û logoya DalKurd biguherin, navê Kurd bikin bratî û ala rengîn jî bikin nêrî. Çima hûn bêdeng man û ji bo çi hûn bêdeng in? Gelo ji serî de haya we ji meselê hebû, yan destê we jî di vê kiryara qirêj de hebû û ji bo peşk li we nekevin hûn bêdeng man? Wek hewldana xirabkirin û têkbirina gelek dezgehên heyî û rûniştî, gelo tilîya we di têkbirina DalKurd û guhertina nav û logoya wê de jî tuneye?

Û gelek pirsên din….

Werhasilî kelam, mezinên me ji berê de gotine „ heger kurmê darê ne ji darê be zewala darê nîne“.

Kurmên darên me ji me ne.

Bi vê wesîleyê, çi di nava DalKurdê de bin û çi li derveyî wê bin, em spasîya her Kurdê welatperwer dikin ji bo ku bi rexneyên xwe rê li ber guhertina nav û logoya DalKurdê girtin.

Back to top button