KulturNivîsar

Medreseya Kurdî

 Zeynelabidin Zinar[email protected]   MEDRESEYA KURDΠBêguman navroka saziya bi navê Medreseya Kurdî ya hezarsale ku li Kurdistanê xwendin û perwedehiyê şên dikir, têgihîştina wê ne karekî hêsan e. Em ê babetê wê xal bi xal binivîsin û pêşkêşê xwendevanên demê bikin:  DESTPÊKA MEDRESEYA KURDÎ: Îro rewşenbîrên Kurd bi xwe jî, agahdariya wan a zêde li ser Medreseya Kurdî tune. Ji xwe agahdariya rewşenbîrên cîranên Kurdan (Tirk, Ereb û Faris), hema bêje ji binî li ser Medreseya Kurdî tune. Pêşî dixwazim vê bibêjim ku  ”Medrese” peyveke erebî ye, ango cihê dersê. Kesê ku ders dide jî, jê re bi kurdî SEYDA tê gotin. Ev peyvika SEYê bi kurdî navê dersê ye, peyvika DAyê jî lêkera dayînê ye. Yanî kesê ku ders dide. Çewa ku tê zanîn, medrese cara pêşî li bajarê Medîneya pîroz sala 622yên Zayînê vebûye û tê de tenê xwendina olî hatiye dayîn. Piştre her ku  çûye, medrese li hin welatên ku ola Îslamê pejirandine jî, hatiye vekirin. Medreseya pêşî li Kurdistanê, di sala 950 de li Hemedanana paytexta Kurdistanê vebûye û hin bi hin ew sazî li herêmên kurdnişîn belav bûye. Her ku çûye Medrese bûye wek zanîngeha demê û tê de şaxên zanistiyê zêde bûne. Rewşenbîrê pêşî ku ji vê Medreseyê derketiye jî, Baba Tahir Hemedanî (938-1020)  bûye.(Ji Baba Tarih Hemedanî re, Baba Tahir Uryanî jî tê gotin.) Gorbihişt Siltan Selahedîn Eyûbî Kurdî (1138-1193) Medreseya Kurdî xurttir kiriye û gelek şaxên zanistiyê tê de bi cih kirine. Piştre jî projeya wê biriye Misrê û pê Medreseya Ezherê dewlemend kiriye. Bi vê xebata Selahedînê Kurd, gelek rewşenbîrên mezin, hem ji Medreseyên li Kurdistanê û hem jî ji Zanîngeha Ezherê Ezherê derketin holê. Dema desthelatiya Selahedînê Kurdî û piştî wî jî, xasma jî ew bipêşveçûna Medreseya Kurdî, li hesabê hin hêzên dîktator neçûye. Ji ber hindê, di Sedsala 13,14 û 15yan de, piraniya wan Medreseyên Kurdî ku şûna zanîn û irfanê bûne, hatine şewitandin û talan bûne.- Di sala 1250 de, medreseyên li herêma Diyarbekir, Xelat, Şarezûr û Hewlêrê,  ji aliyê Mogolan ve hatine şewitandin.- Ji 1386 hetanî 1403, Kurdistan di destên leşkerên Tîmorleng de maye û di serê pêşî de ew medreseyên ku hebûne şewitandin.- Sal 1501, îcar medreseyên ku ji ber şewitandina Mogol û Tîmorleng filitîne jî,  vê carê ji aliyê Sefewiyan ve hatine şewitandin.Sê şahên Sefewî, ji ber ku Kurd rêçika ŞÎAtiyê nepejirandine, bi dehhezaran serê Kurdan bi şûr jêkirine û di wê navê re piraniya medreseyên Kurdî şewitandine. Şahên ku Kurd qetlîam kirine, ev bûne:Şah Ebbas Sefewî (1501), Şah Îsmail Sefewî û Şah Tahmasp Sefewî. Ji ber hindê ye ku Mewlana Idrîs Bedlîsî û Selîmê ku piştre bûye Sultan, di 1514an de, peymanek bi navê Peymana Amasyayê, li ser bingeha biratî û hevkariya Kurd û Tirk îmze kirine.(http://ku.wikipedia.org/wiki/Peymana_Amasyay%C3%AA)Ew Peymana biratiya Kurd û Tirk, 125 sal bêkêmasî domandiye. Lê di 1639an de îcar Sefewî û Osmanî bi Peymana Qesra Şêrînê, axa Kurdistanê di navbera xwe de dabeş kirine. Bi wê yekê bêhizûrî ketiye nêv Medreseya Kurdî jî. Piştî vê peymanê, ew Medreseyên Kurdî yên ku li aliyê Osmaniyan mabûn, hetanî dawiya Sedsala 18an jî, jiyana xwe di binê desthelatiya mîrên Kurd de domandine.Lê mixabin di Sedsala 19an de, astengî ketine pêşiya Medreseya Kurdî. Sedsala 20î jî, ji xwe hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Medreseya Kurdî, wek Sedsala Reş hatiye binavkirin. : Hêjayê gotinê ye ku, Mele Seîdê Kurdî (Bedîuzzeman) 800 sal piştî Siltan Selahedîn, xwestiye ku eynî guhertina ku gorbihişt Selahedîn di Medreseya Kurdî de kiribû, bide kirin. Lê mixabin desthelatiya Sitenbolê ew tawanbar kiriye, pêşî avêtine girtîgehê, piştre jî wek ”şêt” bi nav kirine û avêtine tîmarxaneyê. : Me li jorê behsa Sedsala Reş kir. Di vê sedsalê de, xasma jî ji 1926an bigir hetanî sala 2002yan, Rejîma Kemalîzmê bi hovîtiyeke mezin êrîş biriye ser medreseyên Kurdî û berhemên bi zimanê kurdî kirine tune. Xasma jî di dema wan cuntayên leşkerî ya 1961, 1971 û 1980yî de,  gelek berhemên kurdî hatine şewitandin. Îcar dema em li mêjûyê mêzedikin, em dibînin ku Medreseyên Kurdî û berhemên bi Zimanê Kurdî, ji aliyê van çar hêzan ve hatine şewitandin:YEK:           Leşkerêm Mogolan. (1250)DIDO: Leşkerên Tîmorleng (1386–1403)SISÊ:  Împeretoriya Sefewî (1501)ÇAR:          Rejîma Kemalîzmê. (1926-2002)       DI MEDRESEYA KURDÎ DE ŞAXÊN ZANISTIYÊ: Pirsa sereke ev e ku heta niha jî rind bi xelkê Kurd nehatiye zanîn ka çend şaxên zanistiyê, di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin?Sedemê nezelaliyê ev bûye:Ev e 90 sa in, ku ziman û çanda kurdî ji aliyê Kemalîzmê ve hatibûne qedexekirin û derfet nebû ku rewşenbîrên Kurd ên Sedsala Bîstî vê saziya xwe ya hezarsale binasin. Bêguman ev ziman û çanda dewlemend ku heta niha jî hebûna xwe di nava Kurdan de parastiye, çavkaniya wê ya herî xurt Medreseya Kurdî bûye. Vê saziyê ev e 1.100 sal in ku Neteweyê Kurd û hinek hindikahiyên ku di nava Kurdan de dijîn, rewşen kiriye û perwerdehiya wan li gor mercên demê, di asteke herî bala de daye domandin. Ji dema Selahedînê Kurdî hetanî dawiya Sedsala 18an, ji 20î zêdetir şaxên zanistiyê yên cuda di Medreseya Kurdî de ku dihatin xwendin ev bûne:1- Zanistiya Serf û Nehwa Erebî.2- Zanistiya Tefsîra Quranê.3- Zanistiya Hedîsa Pêxember.4- Zanistiya Ilmê Mentiqê.5- Zanistiya Edeba Behsê (uslûba axaftinê).6- Zanistiya Meşqê (uslûba nivîsandinê).7- Zanistiya Xweşbêjîyê (waz û nesîhet).8- Zanistiya Belaxetê (ragîhandin).9- Zanistiya Kelamê.10- Zanistiya Hikmetê.11- Zanistiya Qanûnê.12- Zanistiya Feraizê (hiqûqa mîratê).13- Zanistiya Wehdaniyetê (Eqîde).14- Zanistiya Usûlê (tore û urf û adet)15- Zanistiya Heyetê (astronomî û astrolojî).16- Zanistiya Tendurustiyê (TIB)17- Zanistiya Hesabê (matematik).18- Zanistiya Felsefê.19- Zanistiya Siyasetê.20- Zanistiya Leşsaxiyê. Ev şaxên zanistiyê ku behsa wan li jorê hate kirin, li Cihana Îslamî nedihatin xwendin, tenê di Medreseyên Kurdî de dihatin xwendin. Ji ber ku li ba wan miletan, medrese tenê saziya ol û ayînê bûye. Lê belê li ba Kurdabn, medrese ji ol û ayinê zêdetir, hêlîna zanîn û zanistiyê jî bûye.Lê mixabin ev şaxên zanistiya Medreseya Kurdî, di van dused salên bihurî de, pir kêm bûne. Demek hatiye ku tenê 12 şaxên zanistiyê di Medreseya Kurdî de hatine xwendin, piştre jî ew 12 şax hinbihin kêm bûne û daketine 7 şaxan. Ji ber vê yekê ye ku îro jî, Kurd ji hinek meleyan re dibêjin ”Melê Dozdeilmî””jî,er vê yekê ye, 00ye parastin bûne: an Kurd ji aliyê van sê şahên Sefewî ve hatine kuştîn û medreseyên wan hatine şewitandin. û ji hinekan re jî dibêjin ”Melê Heftilmî.” Di wan Medreseyên Kurdî de, ji cuwanên Kurd zêdetir, gelek cuwanên ji civatên cuda jî dixwendin, weke Ereb, Endonezî, Çerkez, Çaçan, Laz, Gurcî, Faris, Azerî û di sedsala 16 û 17yan de jî, gelek cuwanên Turkman xwendine. Piştre ew kes vegeriyane welatên xwe û wê zanîn û zanistiya ku ji Medreseya Kurdî wergirtibûn, pê civata xwe rewşen kirine.  SÊ TEXLÎT MEDRESEYÊN KURDÎ: Di van sêsed salên bihurî de, sê texlît Medreseyên Kurdî hebûne:Yek:  Medreseyên Mîrên Kurdistanê.Dido: Medreseyên Şêxan.Sisê: Medreseyên Weqfan.  Medreseyên Mîran, gelek bi rûkûpêk dihatin domandin. Lê çi dema ku rewşa siyasî ya mîrên Kurdistanê xweş û geş bûye, medreseyên wan jî rind hatine xwedîkirin. Lê dema rewşa wan a siyasî xirab çûye, rewşa wan medreseyan jî xirab hatiye domandin. Medreseyên Şêxan jî, ji aliyê du texlît şêx ve dihatin îdarekirin.Yek, ew şêx bûne ku wan bi xwe ders di medreseyên xwe de dane, hem jî îrşad kirine.Lêbelê hin şêx jî hebûne, di zanistiyê de hewas ne zîrek bûne. Lê wan perwedehiya medreseyên xwe, bi melayên zanatir dane domandin. Medreseyên Weqfan,  ji aliyê weqfên Kurdan ve dihatin  îdarekirin, hemû lêçû û wekî din pêdiviyên wan ji aliyê weqfan ve dihatin kirin. Dersdar û karmendên wan bi dirav kar dikirin.  SERPÊHATIYA MEDRESEYA KURDÎ: Devera mixabiniyê ye ku heta niha jî, lêkolog û kurdologan zêde lêkolîn li Medreseya Kurdî nekirine. Her çiqasî eger hin tişt li ser medresê hatibin nivîsandin jî, piraniya wan bi kêmasî û bi çewtî çêbûne. Medreseya Kurdî gelek caran bi paşverûtî û bi kevneperestî hatiye nirxandin. Xasma jî di Sedsala Bîstî de, zêdetir jî bi tehrîka Kemalîz û Komunîzmê, ew bextreşî li Medreseya Kurdî hatiye kirin. Jixwe ji 1940-45 hetanî 1991ê ango hetanî Belavbûna Yekîtiya Sovyetan, nivşên Kurd ên wan deman jî, bêzî ji Medreseya Kurdî dikirin. Îcar ji ber ku ez wek azbat ji çanda Medreseya Kurdî hatime û min dizanibû ku Medreseya Kurdî çiqas dewlemend û xurt e, ji ber hindê min pirtûkek bi navê Xwendina Medresê nivîsiye û di 1992an de li Stockholmê daye çapkirin. (http://www.pencinar.se/bocker/Nr-14.htm)(http://books.google.se/books?id=uU1kNAAACAAJ&dq=Xwendina+Medres%C3%AA&hl=sv&sa=X&ei=4uRbT4TLKOLk4QSSl_S4Dw&ved=0CDcQ6AEwAQ) Demekurtek piştî derketina vê pirtûka min, bala pir kesan ketiye ser Medreseya Kurdî û lêpirsîn ji aliyê pir kesên pispor ve hatiye kirin. Ev pirtûk piştre li Zanîngeha Sorbûn (Parîs) û li zanîngeheke Londonê jî wek berhema dersê ji bo xwendevanên înglîz û fresiyan hatiye bikaranîn. Di 1998an de jî li Parîsê esntîtuyeke navnetewî, kurtiya vê pirtûka min, hem bi zimanê îngilîzî û hem jî bi zimanê frensî nivîsiye û xistine nava pirtûkeke 400 rûpelî, bi navê ”Islam des Kurdes” (2) weşandine.Serkêşiya vê xebatê jî dostê min Prf. sosyologê hollandî Martin Van Bruinessen kiriye.Piştî derketina vê pirtûkê, îcar hem pirtûka  Xwendina Medresê û hem jî Medreseya Kurdî hêj zêdetir bala rewşenbîrên Kurd û ya gelek kes û saziyên Ewrûpî ketiye ser Medreseya Kurdî û medrese ji bo wan bûye qada lêkolîn û lêpirsînê. (INSTITUT NATIONAL DES LANGUSE ET CIVILISATIONS ORIENTALES, LES ANNALES DE L`AUTRE ISLAM, No 5)(http://books.google.se/books/about/Islam_des_Kurdes.html?id=pvUPAQAAIAAJ&redir_esc=y)  ZEMANÊ XWENDINA MEDRESEYA KURDÎ:Di xwendina Medreseya Kurdî de, ji destpêkê hetanî dawiyê, jê re XWENDINA RÊZÊ tê gotin.Herweha di Medreseya Kurdî de, derbaskirina wek pol (sinif) ango salane tunebû, lê belê xwendina pirtûkan û kutakirina wan dihate pejirandin. Xwendina Pirtûkên Rêzê, tev wek zeman, di navbera 15 û 25 salan de dihate kirin. Lê şagirdekî jêhatî û zîrek, dikaribû di nava 5 û 10 salan de jî kuta bikira.Zemanê xwendina Medreseya Kurdî, eger em bi xwendina îro re hevber bikin, weha ye: Ji serê dibistanê hetanî dawiya zanîngehê ye.Ji destpêka Xwendina Medresê heta ku dawî lê dihat, şagird di sê pêngavan re dibihurîn:Pêngav 1: Destpêka Xwendinê: Ji temenê 5-6 salan dest pê dikir, heta temenê  11 û 12 salan didomand.Ev xwendin, di sawiya dibistana îroyîn de bû.Pêngav 2: Destpêka Feqetiyê bû: Ev ji temenê 12-13  salan dest pê dikir û heta temenê 17-18 salan didomand.Ev xwendin, di sawiya navendî û lîseya îroyîn de bû.Pêngav 3: Di temenê 18-19 salan de dest pê dikir û heta temenê 22-25 sal, xwendin diqediya.Ev xwendin, di sawiya zanîngeha îroyîn de bû. Ji 100î zêdetir pirtûkên ku di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin hebûne û piranî bi ziman û alfabeya erebî bûne.Li dora 20î, pirtûk bi zimanê kurdî bûne.Çend pirtûk jî bi zimanê farisî bûne. Lê belê hin medreseyên kurdî hebûne ku zimanê Yûnanî û Rûsî jî dane xwendin.Piraniya van pirtûkên bi zimanê erebî ku di medreseyên kurdî de dihatin xwendin, ji aliyê nivîskarên Kurd ve hatine nivîsandin.Ji ber ku di pirtûkên dersê yên ku ji akiyê nivîskarên Ereban ve hatibûn nivîsandin, di wan de fikra Wehhabîtiyê hebûye, ji ber hindê hewesa Medreseya Kurdî zêde ji wan pirtûkan re çênedibû. Piştî ku xwendina Medreseya Kurdî diqediya, şagird Îcazeya Medresê werdigirt. Ev îcaze jî bi şahiyeke mezin dihate pîrozkirin.Kesê ku Îcazeya Medresê werdigirt, dikaribû hem meletî bike û hem jî ders bide.ÇEWA KU TÊ ZANÎN, GELEK MAMOSTE û AQILMENDÊN SILTANÊN STENBOLÊ, KURD BÛNE Û JI MEDRESEYÊN KURDÎ DERKETINE.  ALFABEYA MEDRESEYA KURD: Miletê Kurd, di van 3 hezar salên bihurî de, çendî ku 11 alfabeyên cuda bi kar anîye jî, lê belê di Medreseya Kurdî de, bi awayekî fermî Alfabeya Erebî bi kar anîye. Medreseya Kurdî hin caran bi reqemên Hesabê Ebcedê jî name û kurtenivîs bi kar aniye. Ji vê alfabeya erebû re Elîfbêtk yan jî Elîfba tê gotin. Jixwe diyar e ku Elîfbaya erebî 29 tîp in.Lê eger tîpa Lam û ya Lam Elîflayê didoyên cuda bêtin hesibandin, hingê Elîfbaya erebî dibe 28 tîp. Ji van 28 tîpan, tîpên ku teqabulê fonetîka zimanê kurdî dikin, tenê 21 in. Îcar ji bo ku fonetîka zimanê kurdî sererast derkeve holê,  zanayên kurd di wan deman de tîpa Ç, G, J, P û Vyê li alfabeya erebî zêde kirine. Bi vê yekê ew Elîfbaya erebî bûye 34 tîp û ji xwe re bi kar anîne.Lê ew tîpên ku bi zêr û ziberan derdikevin holê, weke ”Ê” bi zêreke berwar û dengê tîpa ”O”yê jî, bi du ”w”awan hatine bikaranîn. Li vê gorê ew Elîfbaya erebî ku di medreseya Kurdî de hatiye bikaranîn, bûye 36 tîp. Lê belê alfabeya Latênî ya ku îro Kurd bi kar tînin, 31 tîp in. LÎSTEYA PIRTÛKÊN MEDRESEYA KURD: Di lêkolîneka min a li ser Medreseya Kurdî de, derketiye holê ku di Sedsala 19 û 20î de, jimara pirtûkên dersê ku di Medreseya Kurdî de bi awayekî fermî dihatin xwendin, 89 bûne. Ji van zêdetir, 24 pirtûkên din jî hebûne ku çendî ew bi dersîtî dihatin xwendin jî, lê xwendina wan ne mecbûrî bûye. Li vê gorê jimara pirtûkan dibe 113.Ew pirtûk li gor dabeşkirina şaxan, weha ne:–    36 pirtûk ziman û rêziman.–    14 pirtûk alîkarên dersê. –    12 pirtûk zagon.–    11  pirtûk Tefsîrên cuda yên Qur´ana Pîrozê.–    13 pirtûk Hedîsa Pêxember.–      3 pirtûk Siyer.–    24 pirtûk Klasîkên Kurdî.    ZIMANÊ MEDRESEYA KURDÎ:  Di Medreseya Kurdî de zimanê sereke erebî û kurdî bûye. Lê zimanê farisî û hinek zimanê osmanî jî dihatin bikaranîn. Di van demên dawiyê de hin belge ketin destên me ku zimanê Yunanî û yê Rûsî jî di Medreseyên Kurdî de hatine xwendin.Ew pirtûkên bi zimanê erebî ku bi dersîtî dihatin xwendin, wergera tevan bi zimanê kurdî dihate kirin. Ev hawe, dibû sedem ku zimanê kurdî berepêş here û xurttir û dewlemendtir bibe.  Şagirdên Medreseya Kurdî, ji %70-80 kur/law bûne, yên din keç bûne. Bi piranî dersdarê keçan jî, jin bûne. Lê belê gelek caran dersdarên zilam jî, dersa şagirdên keç dane. Lê mixabin keçan, pir hindik dawî li xwendina medreseyê hanîne. Lê belê zanayên mezin jî ji keçên kurd derketine. Wek mînak: Diya Feqiyê Teyran, xwendineke rind dîtiye û pêşî wê dersa kurê xwe Feqiyê Teyran daye.  Îdareya aborî ya Medreseya Kurdî. Îdara aborî ya Medreseya Kurdî, weha çêdibû:Me berê gotiye ku hinek Medreseyên Kurdî, yên mîran bûne. Ew medreseyên ku yên mîrekan bûne, aboriya wan  ji aliyê Mîran ve dihate kirin. Ew medreseyên ku yên şêxan bûne, aboriya wan ji aliyê xelkê ve dihate kirin.Her maleke Kurd şagirdekî medresê wek kurê malê dipejirand û xwedî dikir,  pêdiviyên wî hemû bi cih dianîn.Lê belê ew medreseyên ku ji aliyê weqfan ve dihatin xwedîkirin, rewşa wan erêna bûye.  NAVÊ ÇEND MEDRESEYÊN KURDÎ YÊN NAVDAR: Çend Medreseyên Kurdî yên menşûr ku navê xwe di mêjû de bi cih kirine, ev in:

  • Medreseya Şêx Evdirehaman Baban
  • Medreseya Seyid Haşim,
  • Medreseya Sitrabasê (Diyarbekir),
  • Medreseya Sor (Cizîra Botan),
  • Medreseya Feqiyê Teyran li herêma Cizîra Botan,
  • Medreseya Bazîdê ya Ehmedê Xanî,
  • Medreseya Şemdîzan,
  • Pênc Medreseyên li Bedlîsê (Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye, Şemsiye)
  • Medreseya Hîzanê,
  • Medreseya Miksê (Mîr Hesen Welî)
  • Medreseya Bêdarê,
  • Medreseya Findika Botan,
  • Medreseya Axtepeyê.
  • Medreseya Norşênê,
  • Medreseya Oxînê,
  • Medreseya Qerekoyê,
  • Medreseya Çûxreşiyê,
  • Medreseya Farqînê,
  • Medreseya Hawêlê,
  • Medreseya Amêdiyê,
  • Medreseya Sêrtê,
  • Medreseya Heskîfê,
  • Medreseya Tiloyê,
  • Medreseya Paloyê,
  • Medreseya Zoqeydê,

û bi sedan medreseyên wisa yên din… Hin kesên navdar ku ji Medreseya Kurdî derketine û bûne malê mêjû. Ji wan medreseyên kurdî zanayên pir mezin derketine ku di nava gelê xwe de, hem jî li Rojhilata Navîn, xasma jî li cîhana îslamî navûdeng dane.Ew kes, çi di warê olî û rêçikan (Terîqet) de be, çi di warê siyasî û serhildanên li pêşberî zulmê de be û çi jî di warê zanist, vêje û helbestvaniyê de be, karên pir hêja kirine.Hin şexsiyetên wisa zana ji Medreseya Kurdî derketine ku ew êdî bûne malê dinyayê, wek: 1- Siltan Silhedînê Kurdî (1138-1193) ku niha wek hîmdarê duyemîn ê ola Îslamnê hatiye nirxandin. 2- Îsmail Cizîrî (1136-1206) ew wek bavê robot û computerê hatiye pejirandi ku dunyaya me îro bi xêra afirandina wî gehaye vê qonaxa pêşketî. 3- Mele Goranî. Fehta Stenbolê jî bi hêza du Kurdan çêbûye. Yek Mele Goranî bûye (dersdar û şêwirmendê Fatih Siltan Mihemed bûye-1453). Kurdê din iî, di fetha Stenbolê de serleşkerê bi navê Zagros Bûye. 4- Mewlana Idrîs Bedlîsî… hîmdarê Peymana Amasyayê 1514 bûye. –   Mewlana Xalidê Kurdî (1773-1826) hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî.-   Melayê Cizîrî (1570-1640) xwediyê dîwana bi şan û şaneşîn.–   Feqiyê Teyran  (1590-1660) li dinyayê duyemîn kes bûye ku     zimanê balinda dizanibû.–   Ehmedê Xanî (1651-   1707).

  • Mele Seîdê Kurdî (Norsî). Jînvedêrê ola Îslamê yê Sedsala Bîst bûye.
  • Şêx Mehmûd Berzencê.
  • Qazî Muhemed.
  • Mistefa Berzanî
  • Hezretê Norşênî ku di Şerê Cîhanê yê yekem de, serleşkerê giştî yê hêzên leşkerî yên bakûrê Kurdistanê bûye û li pêşber Çarên Rûs şer kiriye.

 Herweha ev e çend kesayetiyên li jêrê ku berhemên Medreseya Kurdî bûne:-    Baba Tahir Hemedanî 938-1020-    Elî Teremaxî (Sedsala IV, hicrî).-    Feqe Reşîdê Hekarî.-    Mele Ehmed Huseyn Bateyî (1417-   1491).-    Mele Mehmûd Bazîdî (1797-    ?)-    Mele Ûnis Herqetênî (1785-   ?).-    Mele Xelîlê Sêrtî (1753-   1843).-    Mûrad Xanê Bazîdî (1772-   1832).-    Pertew Begê Hekarî (?.. –   1806).-    Selîm Silêman (Sedsala 16-   17).-    Şerîfxanê Colemêrgî (1693-    1748).-    Şêx Ebdulqadir (1908) Nehrî.-    Şêx Ubeydulah Nehrî.-    Şêx Ehmed Berzanî.-    Şêx Evdisselam Berzanî-    Şêx Elî Herîrî (1010-10789).-    Şêx Evdirehman Axtepî (1850-1910).-    Şêx Mehmûd Berzencî.-    Şêx Exlatî.-    Şêx Seîdê Pîranî.-    Şêx Ubeydulah Nehrî (1880).-    Seyîd Taha Nehrî.-    Xaris Bedlîsî (1758-   ?)Û bi sedan şaxsiyetên wisa…  SEDEMÊ RADANA MEDRESEYA KURDΠPiştî 1925an, Mistefa Kemal bi navê “Kanuni Tedrisat” medreseyên kurdî dane girtin. Yekemîn sedemê girtina wan; heşifandin û pişaftina Kurdan û qutkirina Kurdan ji her tiştên wan yên pîroz û nijadî, xasma bêxeberhiştina Kurdan ji pêşiya wan bûye… Ev Sedsala Bîstî, wek Sedsala Reş di ser Medreseya Kurdî re bihurîye; Kurd ji hemû heyînên xwe bêpar mane û zext û zordestiya li ser zimanê kurdî, pê re jî pişaftin û helandina Kurdan, wisa çêbûye ku Kurd  îro bûn biyaniyê ziman û çanda xwe. Lê belê ev çar saziyên li jêrê, bi awayekî pir xurt Ziman û Toreya Kurdî parastine:1-    Medreseya Kurdî.2-    Rêçika Şêxantiyê.3-    Sazûmana Axatiyê. 4-    Dibistana Zindî (dengbêj û çîrokbêj). Hin ji van saziyan, li gor hinekan eger paşverû û kevneperest bin jî, lê rastiya naverokê ev e ku bi taybetî Medreseya Kurdî di radeya yekemîn de dilqekî mezin ji bo parastina ziman, çand û Toreya Kurdî daye nîşandan û hertim wan zindî ragirtiye.   

Back to top button