Polîtîk

Mercên Pavel qebûl kir bû berbijêrê YNKê

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de vegera Berhem Salih bo nav refên vê partiyê pesend kir, herwiha YNKê bi awayekê fermî, Berhem Salih weke berbijêrê xwe bo posta serokomariya Iraqê diyar kir.Endamê serkirdatiya YNKê, Asos Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “di civîna îro de YNKê biryara vegera Berhem Salih bo nav refên partiyê pesend kir.”Asos Elî herwiha da xuyakirin, “ji bo posta serokomariya Iraqê jî YNKê bi fermî Berhem Salih weke berbijêrê xwe diyar kir.”Encûmena Serkirdatiya YNKê îro bo gotûbêjkirina vegera Berhem Salih bo nav refên YNKê û herwiha diyarkirina berbijêrê xwe bo posta serokomariya Iraqê li bajarê Silêmaniyê ketibû civînê.Berhem Saleh ne ew kese ku bikaribe berjewendiyên Kurdistanê li Bexdayê biparêze. Dê Behrem Salih ne ji Fuat Masûm jî baştir be. Ew Fuad Mehsum dema kurd li Kerkûk û Tozxormatu dihatin qetil kirin nekarî ji dev cihê xwe berdê û were Kurdistanê. Bivê nevê bû çirîkê kiryarên xirab yên Bexdayê li dijê gelê kurd.Berhem Saleh wek kesayetek têgihatî û zana dihat dîtin, lê mixabin demek nêzik hat xûyakirin ku herî kesayetê nêzikî Bexdayê ye û li gora siyaseta Bexdayê parti damezirand û piştî negiha armanca xwe ji bo postê serokkomariya cardin vegeriya nava YNKê.Niha jî YNK ew wek berbijêrê partiya xwe yê serokkomariya Iraqê da kifşkirin.Eger vê care serokkomarîya Iraqê bibê pişka YNKê jî, dive PDK Behrem Salih qebûl nekê û mercekê deynê ku, kesê bibe serokkomar dive ji bo berjewendiyên Kurda bikaribe bixebite û berevaniyê ji mafên yasayî yê Kurda bike.

Back to top button