Kultur

Medya nijadperest û bê ehlaq

Ji roja biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê ji aliye desthilatdariya Kurdistanêve bi serokatiya Mesud Barzani de hati dayin heta wek vî demî, medya Tirkî dezenfarmasyonek mezin dide . Piraniya medya Tirkî ji çepên wan heta yên îslamî, ji rastên wan heta yên Kemalist hemû bi yek dengî di nava hemahengiyekî de di derbarê bûyerên Kurdistana Başûr de nûçeyên derew  diweşînin û nirxandinên bê esas û li ser bingehek nijadperestî dikin.Gelek kêm kesayet û hinek malper hindik bêjî li himber vê kampanya medyatik a bê ehlaq dengek gelek aloz dertêxin. Ev yek jî nabê astengek ji nûçeyên derev re. Mixabin ev kampanya medya Tirkî ya li ser derewa hatî avakirin bandora xwe li gelek kurda li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye dike.Du rojnameyên rojane li dijê Serok Barzani û referanduma Kurdistanê kampanya vekirin. Hemû rojnameyên din di derbarê rewşa Kurdistana Başûr de pişgiriya van kampanya kirin û dijitiya Kurdistana Başûr de yek deng bûn.Hinek medya li ser PKKê ve jî nûçeyên ne rast û derew belav kirin û bi awayekî bûn pişgirê vê kampanya qirêj.Tirkiye weşanên kanala Rûdaw û Kurdistan 24 li ser Tuksatê derêxistin û bi awayekî qedexe kirin. Lê cardin xelk guh lêvan televizyona dibin û hindik bêjî rastiyê dibînin. 

Back to top button