HevpeyvînRojev

Me xwîn û canê xwe da şoreşê û şoreşê jî azadî û serbilindî da me

Malpera Sibehî bi minasebeta salvegera Şoreşa Gulanê dosyayek bi navê, “Ez û Şoreşa Gulanê” amade kir.

Di vê çarçoveyê de çend pêşmergeyên dêrîn bersiva pirsên malpera Sibehî didin ku yek ji wan birêz Îhsan Amêdî ye.

Sibehî:Wek pêşmergeyekî dêrîn Şoreşa Gulanê ji bo we çi ye?

Îhsan Amedî: Şoreşa Gulanê ji bo min hêvî, bawerî û berxwedan bû, berdewama têkoşîna rizgariya netewî ya li ser rêya PDKê û Barzanî bû. Redkirina rêkeftina Cazaîr û karesata şoreşa îlonê bû, xwenûkirina serhildana miletekî bû. 

Hûn ji şoreşê çi fêr bûn?

Îhsan Amedî: Şoreşa Gulanê dibistaneke bawerîyên resen ên kurdewarî, zanîna siyasetê, têkoşîna çekdarî û çanda şoreşgerî bû. Şoreş ez fêrî siyaseta partîtî, şoreşgerî, berpirsiyarî,  rêzgirtin, xizmeta gel û welat, fedakarî, xweparastin û sebrê kirim.

We çi da şoreşê û şoreşê çi da we?

Îhsan Amedî: Min ser û mal û şiyan û pêçêbunên xwe dane şoreşê, li berahiyê ez projê şehîdbûnê bûm bu partî û şoreşê û milletî, me şehîd dan û mal û milket ji destdan, lê me rêzgirtin, serfrazî û azadî û herêma kurdistanê bidestveyina.

Back to top button