Civak

Me qetlîama Robozkê ji bîr nekirîyê û emê ji bîr nekin

 

Şeva 28.12.2011an li Robozkê 34 Kurdên ku piranîya wan zarok û ciwanên bûn, bi êrîşa balafirên Dewleta Tirkîyeyê hatin qetil kirin.

7 sal li ser qetlîama Robozkê yê derbas bû.

Ev qetlîama ku Dewleta Tirkîyeyê kirîye hîna jî weke ”faîlî maçhûl” maye.

Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.

Dewletên cîhanê li himber vê qetlîamê, hîna jî weke kerr û koran tevdigerin, temaşe dikin.

Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.

Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye. Em vê qetlîamê careke din jî şermezar dikin.

Em şehîdên Robozkê û hemû şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.

28.12.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button