CîhanRojev

McKenzie: Li dijî Îranê bijardeya serbazî amade ye

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kenneth Franklin McKenzie ji kovara Time re eşkere kiriye, Washington li dijî Îranê ji bo bijardeya serbazî amade ye.

Kenneth Franklin McKenzie ragihand, dîplomatkarên wan erkê gotûbêjkirina ligel Tehranê digrin stûyê xwe, li hember vê, planeke din a Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li ser vê mijarê heye, peywir ji bo wan were dayîn, dê cîbicî bikin.

McKenzie diyar kiriye, Tehranê biryara pêwîst derbarê gotûbêjan de nedaye û ji bo berhemanîn û çêkirina çekê atomî jî dixebite, li hember vê yekê Amerîka û hevpeymanên wê ji van pêngavên Tehranê nîgeran in.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê eşker kiriye, Îran bi rêya mûşekên xwe dikare hemû armancên xwe pêk bîne.

Back to top button