CivakRojev

Mazlûm Ebdî: Zimanê Kurdî xeta me ya sor e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, diyar kir ku zimanê Kurdî ji bo wan “xeta sor” e û got ku ewê ti carî li ser zimanê Kurdî bi hikûmeta Sûrîyê re danûstandinan nekin.

Mazlûm Ebdî, ji komxebata ku ji alîyê Sazîya Zimanê Kurdî ya Rojava ve hat lidarxistin de peyamek bi vîdeo şand û got: “Mirovahî bi ziman re derbasî civakbûnê bûye. Ger zimanekî netewe hebe, ew netewe ye. Gelek pirsgirêkên civakê yên îroyîn ji nêz ve bi pirsgirêka zimên ve girêdayî ne“.

Mazlûm Ebdî di berdewamîya peyama xwe de amaje bi dersa zimanê Kurdî li Rojava kir û wiha got:  “Me fêm kir ku di dema şoreşê de têkilîyek mezin di navbera azadî û zimên, demokrasî û zimên, civakbûn û zimên de heye. Me di şoreşê de kîjan alî bigirta, pirsgirêka zimên derket pêş. Wek pirsgirêkek pir bingehîn, çareserîya pirsgirêka zimên bi lezgînî xwe ferz kir. Ez bi dilgermî dikarim bibêjim ku şoreşa me pêş ket, zimanê Kurdî jî pêş ket û girîngî bi dest xist. Me got, ger em di xebatên xwe yên rêxistinî û têkilîyên xwe yên takekesî de Kurdî esas negirin, em nikarin Kurdî di civakê de pêş bixin. Li ser vî esasî roj bi roj girîngîya zimanê Kurdî zêdetir bûye”.

Mazlûm Ebdî, bal kişand ser wê yekê ku di qada siyasî de hin tawîz tên dayîn, lê di warê zimanê Kurdî de tu carî tawîz nadin. Mazlûm Ebdî diyar kir ku daxwaza bikaranîna zimanê Kurdî di hemû waran de hê jî têrê nake û banga bikaranîna ziman û wêjeya Kurdî kir.

Back to top button