Polîtîk

Marttî Ahtîsaarî serdana Diyarbekirê kir

Şanda akilmendan(Rêhsipî) serdana Diyarbekir kirin. Vê şandê di bin serokatiye serokkomarê berê yê Finlandiya serdana Tirkiye kir û komik hevdîtin pêkanîn. Şanda akilmenda li Diyarbekir serdana wilayetê û şeredariya Diyarbekir kirin.

Ev şanda hanê, ji serokkomarê kevin yê Finlandiya Marttî Ahtîsaarî, Albert Rohan, Marce Îno Oreja Aguirre, Rîîkka Marjamakî û sekreterê weqfa civata vekirî  Gokçe Tuyluoglu pêkdihat.

Marttî Ahtîsaarî û şanda pêre li gel şeredarê Diyarbekir Osman Baydemîr hevdîtinek kirin. Baydemîr di hevdîtinê de behsa girîngiya aşitiyê ji bo xelkê herêmê kir û got ku, rêya çareseriyê tenê rêya diyalog û metodên demokratîkin. Baydemîr berdewambûna axavtina xwe de got: Hemî rêyên şer hatin karanîn,lê tu çareserî pêknehat ji bo vê diyalog pêwiste.

Marttî Ahtîsaarî tu daxuyanî nedan û got, em hevdîtina dikin di hinek waran de çavderiyê dikin. Dema em vegeriyan Stanbulê, ezê di derbarê gera xwe de konferansek rojnemevanî pêkbînim.

Back to top button