Polîtîk

Malikî pêşniyara Barzanî qebûl nekir û gef kirin

 

Malikî pêşniyara Barzanî qebûl nekir û gef kirin

Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê duhî li Bexdayê di preskomferensekê de behsa rewşa siyasî û emnî ya Îraqê kir û dema hatiye ser parastina Tariq Haşimî ji aliyê desthilatdarên herêma Kurdistanê ve got:

Em bi tu awayî qebûl nakin kesek piştgirîya terorê bike û di heman demê de digle me hevpeyman be. Ew yek nayê qebûlkirin ku desthilatdarên federalî kesekê ku tawnabare teslîmî hikûmeta merkezî nekin.

Serokwezîrê Îraqê di berdewamiya axaftina xwe de got kuyên ku tawanbarin dive teslîmî dadgehê bên kirin:

Eger teslîmîm dadgehê nebe û bireve, hinge dê pirsgirêk mezin be. Ez hêvî dikim ku desthilatdarên herêma Kurdistanê nekevin di rewşeke wesa da.

Malikî got jî ku  Tariq Haûimî bi kuştinê tawanbar e û nabe tu kes mayê xwe yê deiya  bike, ne Konseya Welatên Erebî û ne tu aliyên din:

Divê hemû kes bizane ku dadgehên Îraqê serbixwe ne, eger ew tomet nerasin, bila Haşimî bê û li pêşiya dadgehê xwe biparêze û bêtawaniya xwe ispat bike.

Berî çend rojekan serokwezîrê Îraqê, Tariq Haşimî cîgirê serokomarê Îraqê bi kiryarên terorê tawanbar kir û ferman agirtina wî da. Tariq haşim jî reviya herêma Kurdistanê û hewara xwe guhand berprisên kurdan.

Haşimî li Hewlêrê di preskonferensekê de got ku ew dixaze mehkemeya wî li Hewlêrê, ne li Bexdayê bê kirin.

Ji bo çaresrkirina kirîza siyasiya Îraqê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşniyara sazkirina kongreyeke niştimnaî kir û heta niha hema bêje hemû aliyên siyasyên îraqî ew pêşniyar qebûl kiriye.

 

Back to top button