Nivîsar

Lindsay Graham wê li Rojava bi ser nekeve

Graham ev pirojeya çareseriyê derxistiye pêş û kar li ser dike, berî çend salan Serok Mesûd Barzanî li ser vê pirojeya çareseriyê fikirîbû û pirojeya Serok Barzanî dewlemendtir û berfirehtir bû.

Nasrat Haci

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham serdana Bexda, Hewlêr, Enqere û Rojavayê Kurdistanê kir.

Senatorê navdarê Amerîkî ku yek ji wan kesayetî û senatoran bû ku li hember biryara Serokê berê yê Amerîka Donald Trump ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê helwesteke gelek dijwar nîşan da û li dijî wê biryarê lobiyeke bihêz çêkir. Graham jî yek ji wan senatoran e ku zêdetir giringiyê dide pirsên Rojhilata Navîn bi taybetî jî pirsa Rojavayê Kurdistanê ligel Tirkiyê. Di gera xwe ya navçeyî de projeyek heye bo çareserkirina kêşeyên di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de bi awayekî ku di berjewendiya hemû aliyan de be.

Graham ev pirojeya çareseriyê derxistiye pêş û kar li ser dike, berî çend salan Serok Mesûd Barzanî li ser vê pirojeya çareseriyê fikirîbû û pirojeya Serok Barzanî dewlemendtir û berfirehtir bû. Herwiha zêdetir di berjewendiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de bû, Serok Barzanî jî xwest ku çareseriyek ji bo pirsgirêkên li ser sînorên Tirkiye û Rojava û herwiha çareserk ji pirsgirêkên navxweyî re were dîtin.

Serok Barzanî 3 caran ligel aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê civiya û li ser bernameyeke hevbeş li hev kirin. Her sê civîn jî bi awayekî serkeftî bidawî hatin û sê rêkeftin jî hatin îmzekirin ku bi navê rêkeftinên Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Duhokê tên naskirin.

Armanca Serok Barzanî ev bû:

 1. Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bibin yek û hemû alî bêyî cudahî beşdarî proseya siyasî û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bibin û mafê hemû aliyan bê parastin.

 2.Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di biryar û tevgerên xwe de azad û serbixwe be, ango PYD xwe ji bin bandor û kontrola PKKê rizgar bike û bibe hêzeke demokrat û nîşanî Tirkiyê bide ku tiştekî wê li gel Qendîl nîne û ji bo ewlekariya Tirkiyeyê ne metirsî ye.

 3. Divê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi hev re li ser bernameyeke hevbeş tevbigerin û daxwaza federalîzmê di nava Sûriyê de bikin.

Lê mixabin PYD şîretên Serok Barzanî negirt û her sê peyman binpê kirin. Rewş gihişt wê astê ku Tirkiyê êrişî Rojava kir û Efrîn û çend bajarên din li ber çavê cîhanê dagir kir.

Îro Senatorê Amerîkî Lindsey Graham bang li PYD û HSDê kir ku xwe ji PKK û Qendîlê dûr bixin û nîşanî Tirkiyê bidin ku ew ji bo ewlekariya Tirkiyê ne metirsî ne. Deriyê diyalogê veke.

Li gor Graham, ew dixwazin hevalbendên wan li “bakurê rojhilatê Sûriyê” HSDê biparêzin, ku roleke mezin di şerê li dijî DAIŞê de hebû û Amerîka jî dixwaze wê hevpeymaniyê rawestîne. Di heman demê de dixwaze ewlehiya Tirkiyeyê jî bê parastin. Graham got: “Çareseriya ku ez pir guncaw dibînim ew e ku berjewendîyên ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê binirxîne û di heman demê de têkiliyên bazirganî di navbera hikûmeta Tirkiyê û niştecihên bakurê rojhilatê Sûriyê de baştir bike.”

Axir, çawa ku PYD şîretên Serok Barzanî pêk neanî û her sê peyman avêtin avê û bi muzîka Qendîlê govend gerand, heman tiştî bi senatorê Amerîkî re jî nakin ji ber ku:

1. PYDê di kongreya xwe ya dawî de, di kongreya 9ê (2022/6/18) de îspat kir ku ew beşek ji PKKê ye, ji ber ku kongre bi wêneyên Ocalan û dirûşmên PKKê hatiye çêkirin. PYD naxwaze xwe ji bin kontrola Qendîlê rizgar bike.

2. PYD niha pir bi lez ber bi rejîma Sûriyê ve diçe, hewl dide ku bi hikûmeta Sûriyê re hevkariyê bike û HSDê bike beşek ji artêşa Sûriyê û pêwendiyên xwe ligel Tirkiyê bidomîne.

Di bin şert û mercan de, Graham dê bi destek vale vegere

2022/7/7

Back to top button