Polîtîk

Lîjneya lêkolîna Mistefa Selîmî hate ragirtin

Bafil Talebanî bi Serokayetiya Xisro Gul Mihemed Lîjneyekî lêkolînê pêkanîbû, piştî wê yekê ku gihîştin wê encamê Mistefa Selîmî bi fermana Lahor Cengî radestî Îranê hatiye kirin, karê lîjneyê jî hate ragirtin.

Niha hewla ewedane çend berpirsekî Asayîşê siza bidin bo ku vê dosyeyê li ser Lahor bavêjin û bibêjin radestkirina Mistefa Selîmî bi biryara şexsî bûye li Pênciwên neku biryara Lahor Cengî.

Hêjayî gotinêye ku ji bilî vê lîjneya li nava YNK de, lîjneyeke din Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatiye pêkanîn û ji bo zêdetir lêkolînan û eşkere kirina rûdanê li deverê karê xwe de berdewamin.

Back to top button