Polîtîk

Lieberman: Tirkiye dibe Îran

Pirsgirêka di navbera Israîl û Tirkiye de çikas diçe mezin dibe. Piştî bûyera gemiyên dixwestin herin Gazayê, 9 hevwelatiyên Tirkiye hatibûn kuştin. Taybetî serokwezîrê Tirkiye Erdogan di derbarê Israîlê de gelek hişk gotina dibêje û piraniya medya Tirkiye şerek medyayî jî li dijê Israîl rêve dibe.

Duhî serokwezîrê Tirkiye Erdogan li bajarê Konyayê cardin behsa pirsa Israil û Filistiniyan kir û israil gelek bi tiştên xirab tawanbar kir. Li himber vê helwesta Tirkiye Israîl jî bê deng namine û bersiva gotinên Tirkiye dide û rewşa ku Tirkiye di tê de ye baş nabînin.

Wezîrê derve yê Israîl Avigdor Lieberman bersiva gotinên Erdogan da got ku, Tirkiye roj bi roj wek Îranê dibe. Lieberman  di axaftina xwe de got: “ Berê Îran jî dostê Israil bû, lê piştî Humeynî hat bûn dijminên Israîl. Tirkiye jî ber bi wê rêyê ve diçe.Hinek kesên ku pêwendiyên wan li gel rêxistina El Qaîde heyîn di wan gemiyan de hebûn. Erdogan  dixwaze Tirkiye giraniyekî di nav welatên îslamî de pêyda bike û behsa Israîl dike.“

Back to top button