Kultur

Li Zanîngeha Zaxo kurtefilmekî dirust dikin

Di daxuyaniyekê da Dilîn Edîp Mîro Rêvebera Navenda Geşepêdana Kar ya li Zanîngeha Zaxo diyar kir ku hejmareka xwendekarên Zanîngeha Zaxo yekemîn care kurte filmeke neteweyî dirust dikin û ji bo vê yekê jî me piştevaniya maddî û manewî li wan kiriye.

Her wiha Dilîn Edîb Mîro got: Piştî van xwendekaran projeyê xwe yê dirust kirina kurte filma xwe pêşkêşî navenda me kirine bi hemû rengan me piştevaniya xwe ji bo karê wan derbirî û lewra di yekem pêngavê da me karî gujmeke pere yê guncayî danîn ber destê wan. Her wiha ewan jî karîn hejmareka xwendekarên Zanîngeha Zaxo wekî akter di nava vî kurte filmî da beşdar bikin û me dixwest Zanîngeha Zaxo pêngavên bi vî rengî bavêjîn û her çende yekem pêngave li Zanîngeha Zaxo di vî warî de tê avêtin. Belê ev jî dê bibe dergeheke baş ji bo gelek xwendekarên Zanîngeha Zaxo proje û şiyanên xwe diyar bikin.

Berdewamiya daxuyaniya xwe de got: Ew kurte film bi çi aliyekê siyasî ve nîne belku zêdetir neteweyî ye û ji niha da ew film li qonaxa wênegirtinê bi dawî aniye û di qonaxa montaj kirinê daye. Xwendekarê Zanîngehê Sefur Remezan bi vî karî rabûye û her çende pêngaveka biçûke lê belê bi dîtina min dê rengvedaneka baş hebe û wekî Zanîngeha Zaxo dê piştevan bîn ji bo pêngavên bi vî awayî.

 

Back to top button