Cîhan

Li Urmiyê sê rojan de 30 Kurdan darvekirin

Li bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di van sê rojên dawî de ji aliyê rejîma Îranê ve 30 kes hatin darvekirin.

Li bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 5 xortê Kurd ku ev demeke li girtîxaneyê de bendkirîbûn doh hatin darvekirin. Ji van pênç xortan 2 bira bûn û termên wan doh bi şev teslîmî malbata wan kirin.

Ew xortên ku ji ber sedema qaçaxî kirinê hatibûn darvekirin navê wan wiha ye: Candar Mîrzayî û Mêhrap Mîrzayî ku birayên hevin ji dayikbûyê gundê Aqçeqelê ne, Mehmet Salih Qere Etîwend ji dayikbûyê gundê Baleka ye, Ew kesên dinê ku navê wan nehat zanîn ji dayikbûyê gundê Mastekawa û ji bajarê Makoyê bûn.

Berî çend rojek jî li devera Kizil Hisar 21 kes û li 4 kes li girtîxana Kercê ya bi navê Recayî Şehr hatin darvekirin. Bi vî awayî bi tenê li bajarê Urmiyê li van sê rojên dawî de nêzîkî 30 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Back to top button