Civak

Li tixûbê Başûr û Rojhilat çi dibe?

Piştî belav kirina hin nûçe û zaniyariyên nerast ên di derbarê daxistina Sînurên heyî yên di navbera Başûr û Rojawayê Kurdistanê de ji aliyê hin dezgehên ragihandinê ve,li gora nûçeya Kurdistan TV, bi mebesta eşkere kirina rastiyan Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê serdana wan Deveran kir.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa piştî gehêştina xwe û gera xwe ya li Deverê de di presskonferansekî de eşkere kir ku, ti deriyeke Sînur nehatiye daxistin û rojane bi sedan welatî hatûçûya her du aliyên Kurdistanê dikin.

Çavkanî herwiha diyar kir ku, hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Kurdistanê ên li ser Sînur hevdem ligel parastina ewlekariya wan Deveran bi her awayî jî hevkariya welatiyên Penaber dikin.

Her di vê presskonferansa han de welatiyên Rojawayê Kurdistanê jî ev nûçe û raporên ku, dibêjin qaşo Sînur hatine daxistin red kirin û ragihandin ku, ev nûçe û raportên han ti xizmeteke yekîtiya Kurdan nakin.

Herweha ji berî du rojan di vê derbarê de bi navê serokê Kurdistanê daxuyaniyek hate belav kirin û ev îdiayên kirêt red kir. Ji aliyek din serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî konferansek çapemenî darxist û gelek vekirî rewşa tixûbên navbera Başûr û Rojava de da xuyakirin û ew rojname û dezgehên medyaya nûçeya derew belav kirîn derewîn derxistin.

Di destpêkê de ev nûçeyên ne rast medya girêdayî PKKê de hatin belav kirin û piştre mixabin hinek malperên li Kurdistana Başûr weşanê dikin û nêzikî yan jî girêdayê hinek berpirsên YNKê têne zanîn de jî hate belav kirin. Heta vîdeoyek ji Ster tv hatî girtin malperek ku nêzikî Dr.Berhem saleh tê naskirin de hate weşandin.

Rojane xelkek ji Kurdistana Rojhilat derbas dibê û tê Kurdistana Başûr. Li aliyê Rojhilat niqta tixûb ji aliyê PYDê ve tê kontrol kirin. Di vî tixûbî de çi dibe herkes dizane. Ji kaçaxiyek berfireh  tê kirin û herweha insanên ku ji Rojhilat derbas dibin ji aliyê çekdarên PYDê ve pere ji wan têne standin. Girtina sinûr tişteke û ragirtina kaçaxiyê tiştek dine.

Ji xwe seokwezîrê Kurdistanê ev pirs bi awayek zelal rohn kir.

https://rojevakurd.com/rojev/12106-cara-sinor-birayn-xwe-Rojava-nagirin-Vdeo.html

 

Nûçe/Analîz: D.J.Rojeva Kurd

 

 

Back to top button