CîhanRojev

Li Tirkiyê ji milyonek û 300 hezarî zêdetir “koleyên modern” hene

Li gor Îndeksa Koletîya Cîhanî ya Rêxistina Xebatê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (ILO), Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê (IOM), Komeleya Mafên Mirovan a Avusturalya û Walk Free (Walk Free, di koletîya modern (nûjen) de Tirkîye di rêza 15.6 de hat pênasekirin. Bi vê rêjeyê Tirkîye di lîsteya welatên ku koletîya modern herî zêde lê heye de cîh girt.

Di çarçoveya endeksê de li 160 welatan pîvan hatin kirin. Tirkîye bi hejmara “koleyên nûjen” yên ku digihêje 1 milyon û 320 hezarî, di cîhanê de ket rêza 10an.

Di vê lîsteyê de Hindistan bi 11 milyonan di rêza yekem de ye û Tirkîye jî di rêza heştemîn de ye. Piştî vî welatî Çîn bi 5,8 mîlyon, Koreya Bakur bi 2,6 mîlyon, Pakistan bi 2,3 mîlyon, Rusya bi 1,9 mîlyon, Endonezya bi 1,8 mîlyon û Nîjerya bi 1,6 mîlyonî tê. Welatên din yên di nav 10ê de bi 1,2 mîlyon Bangladeş û 1,1 mîlyon Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne.

Di rapora ku li gel endeksa sala 2023an hat weşandin de, Tirkîye wek yek ji welatên ku li herêmên Awropa û Asyaya Navîn di têkoşîna li dijî koletîya nûjen de herî kêm çalakî pêk anîye, hat nîşandan.

Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku Tirkîye li Awropa û Asyaya Navîn yek ji wan welatan e ku herî zêde ji xetereya koletîya modern re vekirî ye. Di raporê de, ji bilî xizanîyê, bandora cihêkarîya li dijî penaberan, civaka LGBTQI+ û kêmbûna mafên jinan di salên dawî de jî hat destnîşankirin.

Indeksê diyar kir ku li seranserê cîhanê di sala 2021ê de hejmara “koleyên nûjen” 50 mîlyon bû. Nêzîkî 28 mîlyon ji van kesan bi darê zorê û 22 mîlyon jî bi zorê zewicandine.

Back to top button