Polîtîk

Li tirkiye 60.000 kes wê ji ber Korona bimrin

Lutfu Turkkan Parlementerê tirkiye û Wekîlê gruba iyipartî ya parlemena Tirkiye da zanîn ku berî salekê Wezareta Tendirustiya tirkiye bi raporek hişyariyê pêşkêşî Serok Komar kiriye û têda daye zanîn ku eger rêkarên pêwîst bi cîh nekin wê herî kêm 60.000 şêst hezar kes ji ber şewba Kovid-19 jiyana xwe ji dest bidin.

Her wiha parlementerê tirk rexne li serok komarê tirkiye û partiya wî digre û ew tawanbarî wê yekê dike ku Serok Komar berpirsê van miriyane. Eger berî salekî rêkarên pêwîst li ber girtibûya ev can ji destdana welatiyan pêknedihat.

Back to top button