Cîhan

Li Swêd 5 kurd bûn parlementer

Hilbijartinê Li swêd çêbûyin ji bo kurdên liv î welatî jî dijîn gelek girîng bû. Ji ber ku gelek kurd ji bo parlementoyê, ji bo meclisa wilayetan û meclisa şeredariyê berendam bûn. Gelk kurd li cihê dijîn di meclisên şeredariyê de cih girtin û di hilbijartinan de serkeftin dest anîn. Herweha meclisên wilayetan de jî kurdan serketin dest ve anîn.

Ji bo parlementoyê jî di partiyên cuda de gelek kurd berendamên parlementoyê bûn. Çar ji van kurdan serkeftin destanîn û di partiyên cuda de ketin parlementoyê. Ew kurdên li gora encamên hilbijartina ketîn parlementoyê evin:

1-    Şadiye Heyderî : Ji bajarê Goteborgê, ji partiya sosyal demokrat. Heyderî ji Kurdistana Rojhilat e.

2-    Jabar Emîn : Ji bajarê Umeo, ji partiya Jîngehê. Emîn ji Kurdistana Başûr e.

3-    Roza Guclu : Ji herêma Dalarna, ji partiya sosyal demokra. Guclu ji Kurdistana  Bakur e.

4-    Ismail Kamil : Ji bajarê Uppsala, ji partiya Liberal a gel. Kamil ji Kurdistana Rojava ye.

5-    Amine Kakabaveh: Bajarê Stockholmê, ji partiya çep. Kakabaveh ji Kurdistana Rojhilat e.

 

Back to top button