Cîhan

Li Suudiyê G20 de virusa Coronayê dipeyvin

Civîna Wezîrên Aborî û Serokên Bankên Navendî yên 20 welatên cîhanê G20 li Suudiye birêvediçe û behsa virusa corona dikin.

Divê civîna G20 da komek babetên girîng taybet bi geşbûna aboriya cîhanê û tevgerên ji bo piştevanîkirina danustandinan tê kirin.

Wezareta Gencîneya(Xezîneya) Amerîka jî ragihand: Wezîrê Gencîneya Amerîka li vê civîna G20 li Suudiyê de beşdar dibe derbarê pirsa geşkirin û bihêztirkirina aboriya cîhanê li gel welatên din têne kirin.

Her wiha berbelavbûna virusa Corona gefeke mezine li ser aboriya cîhanê û eve jî yek ji wan mijarên civîna G20 dibe û Çîn bi welatê duyê yê aboriya cîhanê tê zanîn, tûşî qeyrana virusa Corona bûye û bi vê yekê jî beşên kompanyayên Asyayî daketîne û hinde ji wan jî navçûne.

 

Back to top button