Cîhan

Li Suriye pişgiriya kurd tektîkiye

Nûnerê taybetê Amerikayê ji bo karûbarê Sûriyê James Jeffrey da xûyakirin ku, piştevaniya Washingtonê ji bo kurda li Suriye tektîkiye û ji bo qonaxekiye.
Li Enqere komîteyên hevbeş yên Amerika û Tirkiye civiyan. Di civînê de pirsgirêkên girêdayî Suriye hatin gotubêj kirin. Giranî li ser rewşa Idlib û Rojhilatê Firatê hete sekinandin.
Piştî civînê Nûnerê Amerikayê da xûyakirin ku, Amerîka girêdayê lihevkirina Tirkiye re hatî kirin e. Dê li gor vê li hevhatinê endamên PYD û YPGê, hem ji Encûmena leşkerî û hem jî ji Encûmena Medenî ên Minbicê bên dûrxistin.
James Jeffrey got: “Minbic bûye nimûneya aştiyê li Sûriyê, bêyî hevkariya xurt a Tirkiye û Amerîkayê, ti çareserî ji Sûriyê re nayê dîtin.”
Li ser danîna xalên çavdêriyê li ser sînorê Tirkiye – Sûriyê, James Jeffrey got, armanc ji danîna wan xalan ew e, ji bo ewlehiya deverê û Tirkiyê ye û ji bo ji her du aliyan ve gule neyin teqandin.
Li ser piştevaniya Amerîka ji Kurd re, nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê got: “Em tim tekez din ku karê me bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ji bo şerê li dijî DAIŞê ye, ew karekî demkî û tektîkî ye.

Back to top button