Polîtîk

Li Sûriyê dewleta elewiyan çêdibe?

 

Li Sûriyê her ku diçe, rêz û bend kifş dibin. Li gor agahdariyeke ku Rojeva Kurd ji Şamê bi dest xistiye, van rojan Beşar Esed haziriya avakirina dewleta Elewiyan dike. Berê jî di vî warîde hin agahdarî li medyayê belav bûne.

Yekemîn nimûneya vê jî, barîgeha leşkerî ya Brşar Esed e ku veguhaztiye Lazqiyê. Ji xwe berê jî gelek çekên giran û nûjen li herêma Elewiyan bi cih kiribûn.

Herweha Beşar Esed navenda Banka Navendî, ji Şam û Helebê veguhaztine Lazqiyê. Di van bankeyan de gelek pereyên biyanî û zêr hene.

Rewşa balkêş a din jî ev e ku elewiyên ku li herêmên din ên Sûriyê, wan veguhaztiye herêma Elewiyan û hemû zilamên wan jî bi çek kirine.

 

2012-09-22

Rojeva Kurd

Back to top button