Civak

Li Surî rewşa Êzidiyan

Sûrî wek yek ji kêm dewletên islamî li Rojhilata Navîn tê naskirin ku tê de kêmahiyên olî ‒ bi taybetî komên Filehan ên cuda jî ‒ xwedî mafên berfireh in. Bi rastî jî bendê 35ê yê destûra sûrî azadiya olê misoger dike, eger çalakiyên olî nîzama giştî binpê nekin. Astengên mecbûrkirî bi vî awayî hene ku serokê dewletê divê musilman be û şerîa islamî çavkaniya bingehîn e ji qanûnan re (bendê 3ê).

Lê ma gelo ev azadiya olê ji bo kêmahiya êzîdî jî pêk tê? Yan Êzîdî ji ber baweriya wan ji aliyê dewleta Sûriyê ve tên çewisandin? Gelo Êzîdî dikarin ola xwe di deverên vekirî de bijîn? Peywendiya piraniya islamî û kêmahiya êzîdî çawa ye? Piştî destpêkeke kurt li ser ola êzîdî û dana hin agahiyên li ser herêmên Êzîdiyan li Sûriyê ev nivîsar hewil dide bersiva van pirsan û yên din dide.


http://www.kurdwatch.org/pdf/kurdwatch_yeziden_ku.pdf

 

Kurdwatch

Back to top button