Cîhan

Li Sûdanê 100 kujtî û 900 birîndar

Li Xertûm a paytexta Sûdanê şer û pevçûn berdewam in.  Şerê di navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşîya Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştgirîya Lezgîn yên bi serkêşîya Mihemed Hemdan Deqlo (Hemîdîtî) de dewam dike.

Li gor Komîteya Bijîşkên Sûdanê, ji ber şer heta niha 100 welatî hatine kuştin û zêdeyî 900 welatî jî birîndar bûne. Komîteyê diyar kir ku di nav birîndaran de endamên hêzên ewlekarîyê jî hene.

Fermandarê Hêzên Piştevanîya Lezgîn Deqlo (Hemîdîtî) gotiye, heta ku hêzên wî bi temamî xalên artêşê kontrol neke, ewê nesekine û wê dawîbûna şer neyê diyarkirin.

Hemîdîtî ji Skya News Arabia re got ku ewê şer bidomîne heta ku El Burhan teslîm bibe. Her wiha destnîşan kir ku wê hêzên wî di navbera çend rojan de El Burhan bigire.

Back to top button