ReferandumVîdeo

Li Skandinavya Kurdistaniya dengê xwe bilind kir

Li Stockholma paytextê Swêd rojek dîrokî jiya. Kurdistanî ji hemû deverên Swêd ji hinek welatên Skandinavya berê xwe dan Stockholm da ku dengê xwe yê Kurdistanî bighînin cihanê. Li Stockholmê ahenga pişgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê hate li darxistin. Kurdistanî herikîn qada ahengê. Tu cara Stockholm rojek halê bi coş ne jiyabû.Serokê Kurdistanê Mesud Barzani destxweşî li Kurdistaniyên Swed kir û spasiya hestên wan yên netewî kir.Peyam ji bo amadebûyan hat xwendin, ku tê de Serokê Herêma Kurdistanê sipasiya wan dike û dibêje: “Amadebûyên revenda Kurdistanî li welatê Swed, di vê merasîmê de, we piştgermî û hêvî û hêzeke mezin ji me re çê dike.”Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Gelê me li Herêma Kurdistanê piştî sed salan ji ezmûnên tal û dijwar û piştî şikestina şeraketê û hemû bizavên bihevrejiyanê di navbera pêkhatên Iraqê de, gelê me biryar da bi awayekî aştiyane riya xwe hilbijêre û bibe xwediyê çarenivîsa xwe.”Serok Barzanî tekez kir: “Ew biryar bi ti awayî ne li dijî pirensîpên ku civaka mirovatî li ser hatiye avakirin. Biryara referandomê biryareke ji bo çespandina aramî, aştî û vegerandina mafê gelê me ye ku bi zulm û zorê ji me hat stendin.”Herweha di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Referandom li Herêma Kurdistanê, ji bo diyarîkirina çarenivîs û geveke berve serxwebûnê û avakirina dewletê, dewleta Kurdistanê, dewleteke aştîxwaz dibe û li ser bingeha îradeya xelkê Kurdistanê tê avakirin û dibe jêdera xêr û bereketê ji bo tevahiya navçeyê.”Serok Barzanî di dirêjiya peyama xwe de got: “Biryara referandomê biryareke ji bo diyarîkirina çarenivîsê û biryareke ji bo gelê Kurdistanê û bi ti awayekî gefê li ser cîrana û gelên navçeyê çênake. Gelî Kurdistan cave xwe nedaniye ser axa kesekî û piştî qurbanîdaneke mezin, dixwaze bi aştî û şadî bijî û çanda pêkvejiyan û lêbûrînê kûrtir bike. Dewleta Kurdistan dewleta welatiyan û hemû pêkhateyên netewî û olî ye û li ser bingeha pirensîpên serdemane û çanda firealî û pêkvejiyanê û lêbûrînê tê avakirin.”Serokê Herêma Kurdistanê zelal kir: “Ev bûyera mezin bersiveke hêja ye beramberî qurbaniyên gelê me, û wefadariyeke ji bo şehîdan, gelek ji bo dema sed salan ji bo azadiyê xebat kiribe û rastî karesat û cînosaydê hatibe û hatibe enfalkirin, divê serbixwe be û xwediyê îrade û çarenivîsa xwe be.”Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser çîrokên jiyana welatiyên Kurd yên li derve dijîn û got: “Çîroka jiyana her yekî ji we, çîroka mişextî û dijwariyeke dirêje ku bi serê gelê Kurdistanê hatiye, niha derfet ji bo vegerandina maf û dermankirina birînan çê bûye, derfet ji bo piştevanîkirina dewleta Kurdistanê û dengdan ji bo serxwebûnê çê bûye.”Serok Barzanî daxwaz ji revendên Kurdî kir ku “Deng bidin serxwebûna gelê xwe, dengê we dibe riya jiyaneke serfiraz û azade ji bo nifşên dahatî, dengê we dengê aştî û pêşketina gelê Kurdistanê ye”.https://youtu.be/_ZTgruH6bmI 

Back to top button