Civak

Li Şingalê pêşmerge bi giranî li DAÎŞê dide

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê ragihand ku, terorîstên DAIŞê xwe nêzîkî çeperên Olşmerge dikin da ku êriş bikin, lê pilanên wan tên pûçkirin û piştre balafirên şer ên hevpeyamaniya navdewletî bu giranî çeper û baregehên DAIŞê dan ber bombeyan û gellek ziyan gihştin wan çekdaran,Eqîd Îsa Zêweyî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li gundê Nesir û Xaniyê Simêl Beg xwe ji ber Hêzên Pêşmerge veşartibû, lê her zû hên Pêşmerge bi pilana wan hesiyan û bi tundî li wan dan.”Zêweyî wiha got: “Piştî şikenandina pilana DAIŞê, balafirên şer ên hevpeymaniyê 5 caran li DAIŞê dan û gellek ziyan gihandin wan, ku di nava ziyanan de gelek oromibîlên wan hatin têkbirin.”

Back to top button