PolîtîkVîdeo

Li Silêmaniyê terorek fikrî li dijê PDKê tê rêvebirin.Emê wê terorê bixin nava gorê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî di kempîna hilbijartinan a partiya xwe de li Silêmaniyê ragihand, hin alî û partiyên siyasî bi şêweyekê sîstematîk û plankirî hewl didin wan hilbijartinan li dijî PDKê bi kar bînin û li dijî PDKê terora hizrî dimeşînin û tekez kir: “Lê belê bi alîkariya û xeragiriya we em wê wan hewlên terora hizrî bixin nav gorê.”Îro Îna 4ê Gulana 2018an, PDKê li bajarê Silêmaniyê di çaçroveya kempîna hilbijartinan de mîtîngek berfireh birêve bir, ku têde Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî jî beşdar bû û têde gotarek pêşkêş kir. Herwiha Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî û Berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê ya li Silêmanî-Helebceyê Edhem Barzanî jî di vê mîtînga cemawerî de amade bûn.Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de amaje bi pêwendiya bihêz a bajarê Silêmaniyê, xelkê wê û PDKê kir û ragihand, ku pêwendiyên PDKê û malbata Barzan û malbatên mezin ên Silêmaniyê pêwnediyeke dîrokî û bihêz e û diyar kir, ku “Şêx Ehmedê Barzan ji me re gotiye, ku divê çavê we li Silêmaniyê be û ji hinge û vir ve PDKê hewl daye bo xizmetkirina Silêmaniyê li pêş be.”Nêçîrvan Barzanî amaje bi rola Silêmaniyê di dîroka bizava kurdayetiyê de kir û da xuyakirin, ku camêrî û xweragiriya xelkê Silêmaniyê PDK û Silêmanî bi hev re girê dane. Barzanî herwiha behsa şandina pêşmergeyan bo alîkariya Şêx Mehmûdê Berzencî ji aliyê Şêx Ehmedê Barzan ve û pêşwaziya Silêmaniyê li Mele Mistefa Barzanî di salên 1940î de jî kir û rola Silêmaniyê di şoreşa Îlonê de bilind nirxand û got: “Em bi rih deyndarê xelkê Silêmaniyê ne.”Cîgirê Serokê PDKê di beşeke axavtina xwe de amaje bi hewlên hin alî û partiyan bo cudakirina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê û her du parêzgehên Duhok û Hewlêrê kir û diyar kir, PDKê ew hewl û pîlan pûç kirin û rê nedan ku ew grûp du herêmîtiyê li Kurdistanê çê bikin.Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku li Silêmaniyê hin partî û kes li dijî PDKê terora hizrî pêk tînin û dijatiya PDKê dikin û dixwazin bare şikestên xwe bixin ser milê PDKê û tekez kir, ku “bi hewl û himeta xelkê Silêmaniyê, terora fikrî ya li dijî PDKê ku niha lawaz bûye, dê ji nav biçe.”Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Hinek partî şer bi Silêmaniyê dikin, neku şer bo Silêmaniyê bikin, emê şer bo Silêmaniyê bikin.”Nêçîrvan Barzanî amaje bi dema êrişa hêzên Iraqê bo ser Herêma Kurdistanê kir û got: “Di demekê ku hin grûp û aliyan plan danîbûn û hêzên Iraqê teşwîq dikirin ku êrişî Hewlêr û Duhokê bikin, xortên we, pêşmergeyên we ew pîlan pûç kirin û vala derxistin.” https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/1823127504449711/

Back to top button