Teknîk

Li Silêmaniyê endezyarekî Kurd balafirek çêkir

Li bajarê Silêmaniyê endezyarekê Kurd ê bi navê Piştîwan Heme Elî balafireke sivîl çêkir û îro bi amadebûna ji endezyar û pisporên Yekîtiya Endezyarên Kurdistanê balafir tê nîşandan û ji bo firandinê dê di demeka nêz de bê ceribandin.

Balafir ê sivîlane û cihê du neferan tê de heye. Derbarê şêwaz û projeya çêkirina firokeyê endezyarê Kurd Piştîwan Heme Elî da zanîn ku, ji ber hez û arazuyên xwe wî ew proje dest pêkiriye û dê di demên pêş de bi amadebûna rayedarên Xeta Asmanî ya Iraqê dest bi ceribandina wê firokeyê bê kirin.

Heme Elî got: “Li her welatekî be ji bo çêkirin û ceribandina firokeyan divê deshilata sivîl muletê bide hemwelatiyên xwe.”


PUKmedia

Balkêş e ?
Close
Back to top button