Dosya

Li şeş welatan qereç bi zimanê kurdî diaxivin

Nûnerê qereçên Kurdistanê Yûnis Zahir Pîro diyar kir ku,îsal sê xwendevanên qereç diçine zanko û peymangehan. Rewşa qereçên Duhokê ji yên Hewlêr û Silêmaniyê gelek baştire, niha li herêma Kurdistanê pitirî 24 hizar qereç hene û li şeş welatan qereç bi zimanê kurdî diaxivin û divê hevpeyvînê de çend pêzanînên dî bo rojnameya Evro diyard dike.

Pêşitir di rewşek nexweş de û li bin çadiran jiyan derbas dibûya, niha 876 xêzanên qereç xwedan xaniyên xwe yên taybetin û di komelgehek serbixe de bi navê (komelgeha Awadî) li başûrê rojavayê Duhokê bi dûratiya kîlometir û nîvan li nêzîk nahiya Feyidyê akincîne.

Li despêkê me ji Yûnis Zahir pirsiyar kir, peyva qereç ji çi hatiye û bo çî dibêjne we qereç?

Yûnis Zahir: Qereç ji peyveka turkî hatiye, qereç navê reşmalê ye û di serdemê osmaniyan de, kurd gelek dibin reşmalan de dirûniştin, turkan digotine kurdan qeraç (anku reşmalik), ev nave ta salên despêka damezirandina Îraqê hebû, li wî demî bi tenê hustayên kurd mane dibin reşmalik û çadiran ve, yên dîtir li deverên cuda cuda akincîbûn, di bingeh de em yek ji eşîra kuçerane, dibêjin koçer ji 12 eşîran pêk dihêt û yek ji wana emin.  Ji ber ku me koçeratî kiriye û dîrok wesa vedigêre, em koçerên yekê bûn li Kurdistanê û bi rêk û pêkî me karê xwe birêve dibir, bapîrê min mezinê hemû hustayên Kurdistanê bû, niha jî li dadgehê heke ez amade nebim û nebêjmê eve ji eşîra mine, regeznamê nadine wî qereçî. Qereç ji 14 babikan pêk dihên û hemû nav jî di tablûyekê de min nivêsîne.

Niha qereçên Duhokê li dûv gotina Yûnis Zahir, bi hemû aliyan ve di rewşek baş de dijîn, xanî, derfetên karî, dabînkirina xwendingehan û delîva xwandinê bo hemûyan û ev gotine bi nimûne diyar kirin û dibêje:  400 kirêkarên qereçên vê komelgehê di gel kompaniya Ertûş di gel bajêrivaniya Duhokê kar dikin, 297 xwendevan hene, 50 şufêrên qereç  yên teksî hene, heta 20 malên komelgeha Azadî karê xwe yê kevin yê destî (hustayê) dikin, 6 fermanberên hikûmetê me hene, 2 kadirên hizbê, ev sale dê sê xwendevanên qereç  biçine zanko û peymangehan.

Rewşa qereçên Duhokê û xirivekirina(komkirina) wan di yek komelgeh de û dabînkirina delîvên karî, me divêt. Ev ezmûne li parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê jî hebe û bi rêka rêxirawa mindalparêziya Kurdistanê, niha em çaverê dikin biçine Silêmaniyê û di gel parêzgarî rûniştinekê bikin û daxwaza peyrewkirina heman ezmûna qereçên Duhokê bo qereçên wan jî bikin.  Niha xwastin û geriyana qereçan li Duhokê bûye tiştekê şerm û reş, ew kita mayî jî ewin, yên ku ne li komelgeha me ya Azadî akincî ne.

Nûnerê qereçên Kurdistanê ewjî diyar kir ku li dûv boçûna wan û hindî wî dûvçûn bo zar û zimanan kirî, bi tenê zarê qereçan wek xwe maye û di gel zimanên dîtir têkel nebûye û nehatine di nav de.

Ji bo zanîna jimareka dirust ya qereçan li Kurdistan û Îraqê, Yûnis Zahir 72 rojan çûye Hewlêr, Silêmanî, Bexda û çend deverên dîtir û got: “ Li hemû Îraqê, parêzgehên (Mûsil û Kerkûk) di gel her sê parêzgehên dîtir 24.445 kesin, li Duhokê 876 xêzanên qereç hene hjmara wan  4195 kesin û li Hewlêrê 1432 xêzanên qereç hene, Silêmanî 695 xêzan ku dibine 2929 kes.

Qereç li şeş welatan bi zimanê kurdî di axivin ji wan welatan (Îran, Turkiya, Sûriya, Ûrdin, Felestîn, Libnan) me peywendî di gel qereçên Libnan hene û me wek senterê (Nawend)komelgehê li bere seredana qereçên Libnan bikin.

Qereç, peyveke dema bo kesekê dîtir ji dervey tiwêja qereçan bihête gotin, ew kes dê ture be û şermê ji xwe bike, bo çi ev turebûne ji navê qereçan? Nûnerên qereçên Kurdistanê bo vê çendê dibêje: “Em sipasiya wî kesî dikin yê bi çavek kêm berê xwe dide me, heke ew di ramana peyva qereç bigehe, dê şermê ji navê xwe jî bike, em qereçin û ev nave rijêmekê danaye ser me ku çavê wan li miletê kurd ne radibû, lewma ev nave danaye ser me, em şanaziyê jî bi vî navî dikin û em ji nav û resenî û miletiya xwe ne di tureyne û qereç anku kurd.“

Qereçan weku hemû tiwêjek dî, li dûv gotina Yûnsî rojeka taybeta xwe heye û li 8 -5 ya hemû salan roja cîhanî ya qereçane, roja azadiya wane û dibêjin saxkirina vê rojê bo Yunaniyên berê dizivire “.
Qereç li çendîn welatên Ewrupî hene  “li Swêdê me peywendî digel sê senterên qereçan heye, me li bere ew me daxwaz bikin û em biçîne wêderê û rewşa wan agehdarbin û peywendiyan xurt bikin, li Meksîk, Hindistan, Yunan, Misir, Bulxariya, Rûsiya) û çend dewletên dîjî qereç hene, lê di gel civakê wan dewletan hevgirtî ye û taybetmendiya xwe ne parastine.

Yûnis Zahir di derbarê wê çendê de,ka ta niha çi keçên qereçan şû(zewac) bi kesekê dervey tiwêja wan kiriye, yan qereçekî jineka ne qereç înaye? 
Yûnis Zahir dibêje: Li Silêmaniyê û Hewlêrê, ev çende peydabûye û heye, lê ta niha li Duhokê ev cure şûkirin û înane nebûye, lê heke li qutabxana û zankoyan û peymangehan têkelî peydabû, hêdî hêdî dê ev sînorên civakî jî hêne şkandin.

Ûbeyid Subhî Reşaveyî

Back to top button