Cîhan

Li Senatoya Fransayê madalya rûmetê

 

Li Senatoya Fransayê ji alîyê Yekîtîya Karsazên Kurd-Franko-Kurd (UEFK) ve resepsîyona Newrozê hat organîzekirin.   

Di resepsîyona Newrozê ya li Senatoya Fransayê de, madalya rûmetê dan berdevka YPJê Rûksan Mihemed û berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd. Senator û siyasetmedarên Fransî jî beşdarî resepsîyona ku gelek siyasetmedar û kesên navdar yên Kurd hatibûn vexwendin, bûn.

 Senator Pierre Laurent, ku bi heyetê re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî DAIŞê bi nirx e û sersaxî ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane xwest.

 

Back to top button