Civak

Li Şemzîna teqîn 25 efser birîndarin û 7 jî windane

Li Hakkarî li devera Şemzîndi baregehek leşkerî de teqînek bi hêz çêbû  di encama teqînê de 25 efser birîndar bûn û 7 jî windane . Piştî teqînê wezîrê bergiriya Tirkiye û serekanê Tirkiye çûn devera ku teqîn lê çêbûyî.

Di derbarê teqînê de wezîrê bergirêyê Hulusî Akar daxûyaniyek da û got: Heta niha li cih bi ciha teqînên kiçik berdewamin û hêja agir bi temamî nehatiye vemirandin. Ji bo vemirandina agir hewldan berdewamin.Lêgerinek berfireh berdewame, gelek berpirsên me yên leşkerî li herêmêne û em hemû bi hevre hewldidin agir vemirînin .Piştî teqîn dawî hatin emê bikaribin sedema teqînê bizanibin.

Herweha Akar da xûyakirin ku, piştî rewş zelal bibe , emê Raya Giştî agahdar bikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button