Nivîsar

Li Rojhilatê Suriye hemû ne Kurdistanê û HSD dê kontrolê winda bike

Wezareta Bergiriya Rûsya da xûyakirin ku, li Rojhilatê Firatê Kurd û Amerika nikarin herêmên di bin destê xwe de biparêzin.

Berdevkê Wezareta Bergiriya Rûsyayê Igor Konashenkov di daxûyaniyek ya xwe de ragihand ku, li Rojhilatê Firatê rewşa ewlehiyê ne başe û têkçûye. Konashenkov dibêje ihtimala ku DAÎŞ cardin li wan herêman vegere gelek e.

Wezereta Bergiriya Rusya dibêje: Hêzên HSDê û Amerikayê li deverê nikarin cihên di bin kontrola xwe de biparêzin. DAÎŞ cardin vedigere û hinek ciha ji destê wan dertêxe.

Wek tê zanin eve demeke di navbera hêzên HSDê û DAÎŞê de li devera Derezorê li navçeya Sosê şeren mezin çêdibin. Hêzên hevpeymaniyê pişgiriya HSDê dikin, lê cardin cih bi cih DAÎŞ serdikeve.

Ji aliyek din ve, Tirkiye ji bo Rojhilatê Firatê amadebaşiyekî dike ku êrîş bike. Amerika û Tirkiye di vê derbarê de hevdîtina dikin. Encama van hevdîtinan de, Tirkiye dikare êrîşê Rojhilatê Firatê bike.

Wek din van rojên dawî de hêzên rejima Suriye xwe amade dikin ku dema pêwist be, Hesîça û Qamişlo bi temamî kontrol bikin. Heta niha jî ev herdu bajar ji aliyê rejimê û YPGê ve têne kontrol kirin.

Ji bo Kurda pirsa herê girîng ewe ku, YPG ji bo çi li herêmên Ereban şer dike ? Tu pêwendiya şerê li dijê DAÎŞê li herêmêm ereban li gel doza kurd tuneye. Dema mirov di vê çerçovê de pirsa Rojavayê Kurdistanê gotubêj dike, dive kurd Kurdistanê bifikirin û armanca wan statûya Kurdistanê be.

Gelek cara media kurdî di bin bandora PYDê û propaganda PKKê de berê pirsa kurd li Rojavayê Kurdistanê dide cihek din.  Gelek vekirî hêzên girêdayî PYDê bi sedan ciwanên kurd ber erebande li herêmên derê Kurdistanê dane kuştin.

Nabe ev nûçe wek ku PYD ji bo Kurdistanê şer dike bêne xûyakirin. Ev yek vekirî propaganda PKKê ye û xizmeta xeta li dijê xeta netewî dike.

 

Nûçe/Analîz

 

 

 

Back to top button