Polîtîk

Li Rihayê di girtîgehê de îsyan: 13 kes hatine kuştin

Li Rihayê, li girtîgeha tîpa E yê îsyan derketiye. Îsyan, di qoxuşa 15. de derketiye û piştî îsyanê agir bi qoxuşê ketiye û gorî agahiyên ewil 13 girtîyan jiyana xwe ji dest dane. Tê zanîn, di girtîgeha Rihayê de parlementerê Rihayê yê BDPê Îbrahîm Ayhan jî lê radize. 

Normalî kapasîta hepsa Rihayê 270 ye lê li girtîgehê ji ser hezarî re girtî têne girtin. 

Ji 13 kesên ku jiyana xwe ji dest dane yên navê wan hatine bidesxistin : Suat Yildiz, Cevat Yilmaz, Mustafa Demir, Vedat Taşkin, Suphi Koksal.

Tê îdia kirin ku, kesekî îro bûye sedema qezayeke trafîkê, girtine qoxuşa 15. Wî kesî qoxuş daye ber agir. 

Heta niha rayedaran ti agahiyên fermî nedane. 

Back to top button