Polîtîk

Li Qamîşlo berpirsek PYDê hate kuştin

Çavkaniyek ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku îro li pêşiya mala yek ji berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo teqîn çêbû. Li gor heman agehdariyan di teqînê de berpirsê PYDê yê bi navê Îsa Heso jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, dema Îsa Heso bi otomobîla xwe ji Taxa Kornîş derket û ji bo biçe ser karê, teqîn pêk hat. Tê gotin di bin otomobîla wî de bombe hatibû bi cih kirin û dema lê siwar bûye, bombe hatiye teqandin.

Teqîn saet derdora 06.00ê sibehê rûda.

Îsa Heso Endamê Komîteya Dîplomasî ya Desteya Bilind a Kurd (DBK), Endamê Dîwana Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM’ê bû.

Îsa Heso berî tevlî PYDê bibe, endamê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) bû.

 

Berî şoreşa Sûriyê Îsa Heso ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatibû girtin û bi dest pê kirina şoreşê re tê berdan. Du kurên Îsa Heso di nava refên PKKê de jiyana xwe ji dest dane.

 

Îro saet 17.00an cenazeyê Îsa Heso li rojhilatê bajarê Qamişlo tê veşartin.

Back to top button