Civak

Li Norvêjê kurdekî xwe, hevjina xwe û 3 zarokên xwe kuştin

 Di rûdaneka diltezîn da û dûr ji mirovayetiyê li devera  Mortensrud li Oslo ya peytextê welatê Norvêjê kurdekê xelkê rojhelata Kurdistanê dumahîk bi jiyana xwe, sê zaroyên xwe û hevjîna xwe anî.

Saied Ahmadzadeh yê 41 salî xelkê rojhelatê Kurdistanê ye li sala 1991 qesta welatê Norvêjê kirye, mafe penaberiyê û paş mafê hemwelatiyê wergirtiye , dîsan di gel keçeka xelkê welatê Moroco (Megrib) xêzanek pêkaniye û 3 zarok ji vê jinê hebune, li gorî polîsê norvêjî li roja çiwarşembiyê  Saied Ahmadzadeh ev tawane encamdaye û li pêşiyê jina xwe û zaroka 2 mehî bi destên xwe fetisandine, paşî ber bi xwêndingeha her dû kiçên xwe yên 14 salî û 9 salî ve çoye ,bi hêceta derkeftina peyasekê her dû keçên xwe di gel xwe birne ser avaekê û li wir kêça xwe ya 14 salî havêtiyê di nav avaê da li wêrê binav dibe û giyanê xwe ji dest dide paş xwe û keça xwe ya 9 salî bi hevra dihavêje nav avê û giyanê xwe ji dest didin.

Polîsê Norvêjî li pîremêrekê 76 salî di geryan ku bu demekî ne yê diyar bû, di wê navbeynê de pêlîsî ji nişkekê ve leşê kiça  14 salî eşkire diken û paşî leşê Ahmedzade û keça din jî eşkire dibe. Polîs yekser qesta mala wî  diken dîsan li wêrê leşê hevjîna wî û zaroka wî ya 2 heyvî mirî dibînin, lê ta nihû ne hatiyê zanîn kanê ev rûdanê bi durstahî nehatye zanîn egrên vê rûdana diltezîn çine û Polîs ne di piştrastin 100% ku her vî kesî ev rûdane ya encam dayi lê lêkolînên destpêkî wesa xuya diken ku her wî bi xwe ev tawana encam daye.

Hejî gotinêye ko ev kes keskê komenîst bûye ne ji dûr ne ji nêzîk çi elaqeta wî bi dînî ra nebûye.

K.N.P

Back to top button