Nivîsar

Li navbera sifir îdareyî û rûmeta neteweyî da!

Nurî Bêxalî babeteke bi navê Li navbera Sifir îdareyî û rûmeta neteweyîda! gotarek nivîsiye dibêje: Bi Kurdî û bi kurtî: Deholkûtana ji bo dû îdareyî wate neçarkirina ji bo wate sifir îdareyî ye.

Bêxalî dibêje: Îro nîne, belkû li dawiya hatina şerê birakujiyê û heta niha jî xelkek li navxweya Herêma Kurdistanê, her wiha derve û cîranan jî heye ku hêviya wan ewe navmala Kurd li Herêma Kurdistanê perçe perçe bikin û vegerînin serdemên tarî yên şerê navxweyî û “dû îdareyî” yê. Lê belê demeke ew rastiye ronahîtir buye ku eve hewldaneke pêşwext hatiye têkbirin.

Her wiha Bêxalî behsa tecrube û ezmûna Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê dike ku, li qonaxên herî dijwarên Kurdistanê de, di dema birîna budceya Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve, qeyrana aborî, şerê terorîstên Da’îş, rûdanên 16 cotmehê(oktober) û encamên wê û piştî wê qonaxê her hemû li serdema kabîneyên “Serok Nêçîrvan” da bûn. Bêxalî dibêje: Gotara berpirsiyaraneya siyasî ya di derbarê pirsên niştimaniyên Herêma Kurdistanê de “Serok Nêçîrvan” karî wan gûman û metirsiyên li asta Herêm û Iraqê da hebûn hemûyan vala derxîne ku bi dirêjahiya wê demê de ewên ku li benda wê yekê bûn ji hev veqetîna mala Kurd û perçebûn û ketina Hkûmetê Herêmê bûn, xewnên wan vala bûn. Ji wê dema ku posta Serokayetiya Herêma Kurdistanê wergirtiye, wê saziye kiriye sêwana komkirina hemû cûdahiyan û cihê biryara hevbeşa Kurdistanî. Ji bo wê yekê jî dibînîn tevahiya aliyên siyasî (Li nav û derveyê Hikûmetê), sengerê vê gotara siyasî ya berpirsiyar, bi sengerê xwe dizanin.

Her wiha li dawiyê de nivîskar Nurî Bêxalî dibêje: Bi Kurdî û bi kurtî: Deholkutana ji bo “Dû îdareyî”, wate neçarkirina ji bo “sifir îdare” ye. Razîbûna sifir îdareyî jî, wate qebûlkirina bê îradeyî û ji destdana rûmeta neteweyî û serweriya siyasiye li asta Iraqê!

Back to top button