Polîtîk

Li Moskovayê Barzanî û Lavruv pirsa Suriyeyê nirxand

Li Moskovayê, Sergî Lavruv wezîrê derveyê Rusyaya Federal pêşwaziya  Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê  kir û ji bo pêşwazîkirin û mêvandarîkirina Barzaniyê nemir û hevalên wî ku, nêzîkî 12 salan li Rusyayê jiyan, serok Barzanî careke din spasî gel û welatê Rusyayê kir.

Di civînê de,  çendîn pirsên girîng, bi taybetî jî pêwendiya di navbera Iraq û Rusyayê, her wiha peywendiyên navbera herêma Kurdistan û Rusyayê hat kirin û her du alîyan tekez li wê yekê kirin ku pêwîste ew pêwendî zêdetir pêş bikevin.

Serok Barzanî got:

– Hêviya min bû ku, rojekê serdana Rusyayê bikim û ji bo pêşwazîkirina wan li serkirdeyê Kurd Barzaniyê nemir spasîya gelê Rusyayê bikim. Ji ber ku, di demekê de ku, hemû dergeh li ber Barzanî û havalên wî hatibûn girtin, lê belê welatê we, Rusiyayê, dergehê xwe ji bo wan vekir.

Wezîrê derve yê Rusyayê jî balkişand li ser wê yekê ku, wekî çawa doh serok Putîn behs kir, pêwîste pêwendiyê dostane û bihêz  di navbera Rusya, Iraq û Kurdistanê de hebin.

Rola veberhêner û kompanyayên Rusyayê, bi taybetî, di warên enerjî û dabînkirina kareba Iraq û Kurdistanê de mijarek din ya civînê bû.
Di civîna  serokê Kurdistanê û wezîrê derve yê Rusyayê pirsa Suriyeyê û bandora wê ya li ser pêvajoya Kurdistan û Iraqê mijareke taybet bû.

Serok Barzanî got ku, niha nêzîkî 75 hezar penaberên Suriyeyê li herêma Kurdistanê hene û Herêma Kurdistanê  jî ji bilî alîkarîkirina penaberên surî yên li herêma Kurdistanê, di heman demê de alîkariyên mirovî dişîne nav axa Suriye jî. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste gelên Suriye bi xwe biryar li ser paşaroja xwe bidin û pêwîste doza Kurd li Suriye bête çareser kirin û mafên Kurdan bê dayîn.

Cihê balkişandinê ye Hoşyar Zêbarî wezîrê derve yê Iraqê û Fayiq Nêrweyî balyozê Iraqê li Rusyayê di vê civînê de bi  serok Barzanî re bûn.

 

Back to top button