Cîhan

Li Misrê teqîn: 21 kuştî

Li Misrê bajarê Îskenderiyê, êrîşek terorîstî birin li ser dêrekî.Otomobilek bomberkirî li ber deriyê dêrê teqandin û di encamp de 21 kes hatin kuştin û 43 kes jî birîndar bûn.

Ji wezareta tendirustî ya Misrê, di derbarê teqînê de daxuyaniyek da û got: Xelkê mesîhî li dêrê minasebeta sala nû, rewresmek olî pêkdianîn. Piştî ku rewresim dawî hat û xelk belav bûyîn, otomobilek bombekirî hatiye teqandin.

Li gora tê ragihandin piştî teqînê di navbera mesîhî û misilmanan de pêvçûn çêbûne. Wek tê zanîn eve demek e, rêxistina El Qaîde mesîhiyên Misrê tehdît dikira.

Back to top button