Cîhan

Li Libyayê du sîxûrên Îranî hatin girtin

Li Trablûsa Libyayê şeş Ajanên Îranê hatin desteserkirin. Hem jî çewa, bi çi navî û bi çi rengî…

Ew şeş ajan ji ber ku pir ji Tirkiyê hes dikirin, ji ber hindê pasaportên Tirkî bi wan re hatine girtin. Hem jî du ji wan bi navê du jinan bûne.

Pasaportên ajanan, ên kevn bûne, lê wêneyên li ser wan nû bûne. Yanî wan nezanibûye pasaport li Tirkiyê hatine guhertin û di rengê yên Yekîtiya Ewrûpayê de ne.

Di du pasaportên tirkî de navê ajanekî ”Sakîne” û navê yekî jî ”Saniye” bûye.

Ew ajanên Îranê wê li Libyayê rûdanên terorê kiribûna . Lê pasaportên Tirkiyê yên kevn û wêneyên nû, ew dane dest.

Hêzên Lîbyayî eşkere kirine ku ew şeş îranî, berî mehekê ketine nêv axa Libyayê û li pey gelek tiştan geriyane.

Back to top button