Dosya

Li Kurdistanê xwendina sala nû dest pê kir

 
Di rewrema destpêkirina xwendinê ya sala nû de wezîrê perwerdê Sefîn Dizeyî û parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî û rêvebirên perwerdeyî û çendîn mamosta amade bûn.
 
Di vê rêwrismê de çend gotar hatin pêşkêşkirin, ku tekezî li ser cureyê sîstema nû ya xwandinê li xwandingehan dikirin û behsa rêje û hejmara xwandevana li hemû xwendingehên herêmê jî hat kirin.
 
Wezîrê perwerdeya hukûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî gotarek pêşkêş kir.

Sefîn Dizeyî got, ku hukûmeta herêma Kurdistanê berdewam giringî daye xwandinê û berdewam pîkol kiriye ku pirsgirêkên xwendinê li herêma Kurdistanê çareser bike, da ku xwendin li Kurdistanê wek sîstemên pêşkevtiyên cîhanê gavan bavêje.

Wezîrê perwerdê ragihand, ku li herêma Kurdistanê sîstema xwendinê sîstemekî cîhanî ye û ji hemû alîyekî ve û di hemû qonaxan de guhertin bi ser de hatiye kirin.
 
Di vê derbarê de rêvebirê giştîyê perwerdeya Hewlêrê Pakîze Telet di bêjedanekî de ragihand, ku ew dê îsal bi hemû şêweyekê û bi zanistî pîkolan bikin, da ku sîstema nû ya xwendin û perwerdekirinê serkevtinê bi dest ve bihîne.

Back to top button