Dosya

Li Kurdistanê armancên Tirkiye û PKKê stratejîk û hevbeşin

 Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cefer Êminkî ragihand ku Tirkiyê û PKKê li Herêma Kurdistanê armancên hevbeş ên stratejîk hene û pêwîst e ku rêveberiya Herêma Kurdistanê destwerdana wê yekê bike.

Endamê Polîtburoya PDKê Cefer Eminkî di gotarekê de bi sernava “Bijardeya Serbazî ji xwesta belavbûna dewleta Tirkiyê û nepêşbînîtiya rêveberiya PKKê” belav kir û têde dibêje şer û pevçûnên di navbera leşkerên Tirkiye û PKKê de gihîşe asteke metirsîdar.

Cefer Êminkî hişyariyê dide ku şer di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de dibe sedama wêrankiriyê li ser asayişa Herêma Kurdistanê û dibêje: “Herdu aliyan jî li Herêma Kurdistanê armancên stratejîk ên hevbeş hene. Ev dibin sedema binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û herwiha dibin sedema lawazbûna aborî û asayişê û rê li ber geşedana Herêma Kurdistanê ya weke ku 10 sal pêştir şerê ligel DAIŞê.”

Cefer Eminkî

Bi gotina Êminkî çend armancan Tirkiyê ji dirêjkirina dema şerê ligel PKKê re heye û ji wan jî yek ew e ku desthilatdarî ji hilbijartinên li wî welatî sûdê ji şer werbigire.

Êminkî di gotara xwe de dibêje: “Herwiha çend sedem ji bo rêbertiya PKKê heye ku li Qendîl hatine dorpêçkirin û alîgirên wê bi şkestinê wan tometbar dikin û aliyê Tirkiyê her tim bi şer û pevçûnan ber bi axa Herêma Kurdistanê ve vedikeşîne. Dixwazin şikestina xwe ya leşkerî û siyasî li Kurdistanê Tirkiyê bi aloziyan binixumînin û hewl didin milmilaneya siyasî li Herêma Krudistanê zêde bibe û nerazîbûna xelk jî zêde bikin û rewş bigihêje qonaxeke metirsîdar.”

Endamê Polîtburoya PDKê amaje bi wê yekê kir ku rêveberiya Herêma Kurdistanê divê destewerdanê bike û têne “bi şermezarkirin û temşekirinê” xwe sînordar neke, çimkî bi gotina wî “herdu alî jî dema aliyeke lawaz li hemberî xwe bibînin dilrehmiyê li hember nake.”

Back to top button