Civak

Li Kurdistana Rojhilat şerek dijwar heye

Li sînorê bajarê Serdeşt li Kurdistana Rojhilat şer û pevçûn di navbera hêzên Kurdî û çekdarên ser bi dezgehên ewlekariyê yê Îranê destpêkir. Êvara îro 8 Tebaxê, çavkaniyek leşkerî bilind ji Kurdistana Rojhilat ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji BasNews re ragehand: “Hêzek çekdar ser bi Bazên Azadiya Kurdistanê- Rojhilat êrîş kirin ser baregehekî mezin ê artêşa Îranê li navçeya Serdeşt li Kurdsitana Rojhilat kir.” Herwiha eşkere kir: “Heta niha jî şer berdewame.” Çavkaniya BasNews amaje bi wê yekê jî kir: “Di encama şer de birîndar û kuştî dinav hêza ÎRanê de hene.” Ev yek di demekê de ku, berî du mehan li navçeya Serdeşt, Şino, Merîwan û Mehebad şer di navbera Pêşmergeyên PArtiya Demokrata Kurdistanê – Îran (PDKÎ) û Pasdarên Îranê rûdabû, di encam de 11 Pêşmerge şehîdbibûn û 50 pasdarên Îranê jî hatibûn kuştin.

Back to top button