Civak

Li kolanan radizin

Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê bûne penaber û hatine bajarê Misirbînê bê xwedîne. Wek tê zanîn piraniya xelkê Rojava taybetî yên li devera sinorê Tirkiye mirovên wan li Bakur hene. Lê hinek jî ne xwedî mirovin.

Bi awayek din şeredariya vî bajarî li xelkê ku derbasî Bakur dibin xwedî dernakeve û tu alikariyekî nake.

Piraniya xelkê ji Rojava hatine li kolanan ji derve  radizin. Eger cihek xaniyek dest wan bikeve 30-40 kes di xaniyekî de diminîn. Ew jî tu demana wan tuneye. Gelek caran mirov dibîne bi dehan kes li kolana serê xwe danine û razane. Gelo ma ev ne erkê şeredariya vî bajariye?

Şeredara Misirbînê yên ne ji wan be û wek wan nefikirin li wan xwedî dernakeve.

Back to top button