Cîhan

Li Idlibê siyaseta Tirkiye ye yan hêza Gulen e

Li Idlibê siyaseta Tirkiye gelek tevlihev tê dîtin. Tirkiye naxwaze rejima Suriye êrîşê Idlibê bike û ji bo vê jî di nava keftûleptekî de ye. Rêxistinên li Idlibê dimînin yên nêzikî Tirkiye jî li bajarê Idlibê xwepêşandanek mezin kirin û ji bo Rusya û Suriye êrîşê Idlibê nekin.Lê di xwepêşandanan de wenek balkiş hatibû rakirin.Endamê rêxistina Fethullah Gûlen polisek kevin Mert Altintaş Balyozê Rusya yê Tirkiye Andrey Karlov kuştîbû. Piştre jî xwe kuştî bû.Di xwepêşandanên Idlibê de hêzên dostê Tirkiye weneyek gelek mezin yê Mevlût Mert Altintaş bilind kirîbûn û li ser weneyê wî weha nivîsandibûn:“ Tirk birayê mene, emê bi çalakiyên bi vî awayî serbikevin. “Mevlût roja 19.12.2006ê li Enqere di peşengehekî de balyozê Rusya kuştibû. Erdogan ji di wê demê de di derbarê bûyerê de gotibû: “ Ew bi temamî girêdayê FETO ye.Hevce nakê ku em vê yekê veşêrin.“

Back to top button