Civak

Li Hewlêrê şîrketa taksî (By women ..for women)

Li Hewlêrê yekemîm şîrketa taksî bi navê (By women ..for women) taybet bo jinan hat vekirin.

Lana Xoşaba (25) kul i Eynkaqwe li bajarê Hewlêrê dijî, hizra vekirina şîrketeke taksî tyabet bi jinan kir  şirketa binavê (By women ..for women) ava kir.

Xoşaba ji ajansa Routers re got ku ew tecrûbeye li welatê Libnan û Îmaratê hatiye tecrûbe kirin û bi awayekî ber bi çav serkeftin bidest ve anîye her ji ber hindê ”Mejî mej î xwest wê tecrûbeyê li herêma Kurdistanê tecrûbe bikin) û dibêje:

– Li destpêkê me şik hebû ku ev hizre li Hewlêrê serbikeve, lê serkeftineke baş bi dest ve anî û bi awayekî gerim ji aliyê xelkê ve hat pêşwazî kirin.
– Di meha oktoberê de me kompaniya xwe ava kir. Ji sed hezar dolaran dest pê kir, niha sê taksî û du şofêrên me hene. Lê di pilana me deye ku em zêde bikin. Buhayê taksiyên me ku taybet bi jinan e ji taksiyên normal buhatire.

Jineke bi navê Lorîn li Hewlêrê re got kur raste buhayê van taksiyên taybet bo jina girantire, “Lê em gelek bi dilrehetî û bê tirs digel şofêrên jin digerin.”

Lana Xoşaba xwediya şîrketa (By women ..for women) got ku di sala 2012ê de ew dê li Silêmaniyê û Duhokê jî şîrketa xwe vekin.

 

Rojevakurd

Back to top button