Kultur

Li Hewlêrê Muzeya Kelepûrî ya Suryanî hat vekirin

Li gora nûçeya AKnews, Metran Beşar Metî Werde, di merasîma vekirina muzeyê de, axaftinek kir û kêfxweşiya xwe ji ber vekirina Muzeya Kelepûriya Suyanî anî ziman.

Werde, got, bi vê yekê, dîroka wan tê parastin û wiha berdewam kir.

“Lê mixabin, heta niha hikûmeta Iraqê, tu gavek di vî warî de neavêtiye. Lê li dijî dîroka me jî derdikeve ku ev jî, şêwazek terorê ye.”

Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Kawe Mehmûd jî, di merasîmê de axivî û diyar kir, vekirina vê muzeyê bo Keldaniyan, minnet nîne û heta diviya ji vê jî, zûtir hatiba kirin û wiha axivî:

kalapur sryani3″Dema em behsa parastina mafên xirîstiyanan dikin, nayê wê wateyê ku tenê wek penaber wan biparêzin. Ew, xelkê fermî yê vî welatî ne û di avakirina dîroka Iraqê de, beşdar bûne.”

Li gorî agahiyên rêveberiya rewşenbîriya Suryanî, di muzeyê de, nêzîkî 2000 parçeyên kevnar hene û çêkirina muzeyê jî, du salan ajotiye.

Back to top button