Civak

Li Erdîşê alozî

Piştî kuştina dayikek û 4 zarokên wê lêpirsinek hate destpêkirin lê grûbekî ji 500 kesan pêk tên li ber avahiya Fermandariya Cenderme ya Navçeyê kom bûn û dirûşmên ‘’ Dewlet ! Parastina kûjerê neke’’ hatin avêtin. Di vê navberê de Serokê BDP yê Navçeya Erdîşê Ramazan Alver û Qeymekamê Navçeyê Ramazan Fanî daxwaza pêşîgirtina xelkî kirin lê ti feyde nekir.Pişt re jî polêsên Tirk hatin cihê bûyerê û pêşiya xelkê girtin.

Li navçeyê tê gotin ku kujera dayikek û 4 zarokên wê hatin girtin. Dema ku xelk pêhesiyan ber bi avahiya Fermandariya Cenderme ya Navçeyê ve meşiyan. Li ber avahiyê dirûşmên wekê ‘’Dewlet ! parastina kujerê neke’’ hatin avêtin û daxwaz kirin ku kujerê teslîmê xwe bikin. Dema ku li ber Fermandariya Cendermeyê aloziyek mezin pêk hat Serokê BDP yê Navçeya Erdîşê hat cihê bûyerê û got : Kesek di destê cendermeyan nîne û ne hewceye ku hûnê bisekinin. Lê girse guh li Alver nedan û belav nebûn.

Piştî zêdebûna aloziyê polêsên Tirk hatin cihê bûyerê û pêşiya xelkê girtin.Qeymeqamê Erdîşê jî bi megafon bang ji xelkê kir.Qeymeqam jî got : Heta niha ti kes û ti gumanbar di destê cendermeyan de nîne û daxwaza belavbûna xelkê kir.

Piştî hîşyardayîna Qeymeqamê Erdîşê jî girse belav nebûn û polêsên Tirk mudaxele kirin. Di vê navberê de ji girseyê qerebarix jî bi keviran bersivê polêsan dan û ji nişka ve aloziyek mezin pêk hat.Piştî aloziyê polêsên Tirk ji bo sekinandina girseyî hewldanek mezin dan û girse li ber avahiyê bi awayekî bê deng sekna xwe domandin.

Qeymeqam daxuyaniyek da

Li ser seknandina bûyeran Qeymeqamê Navçeyê Erdîşê Ramazan Fanî dîsa destpê daxuyaniyê kir û got : Heta niha ti kes nehatine girtin.Lê ji 10 kesan îfade hatin girtin.Di derhaqa dê û zarokan de agahiyên rast hatin bidestxistin û li gor agahiyê tespît bû ku êrişek zayendî jî nehatine kirin. Divê hûn jî alîkariya me bikin .

Hîna jî aloziya li ber avahiya Fermandariya Cenderme ya Navçeyê Erdîşê didome…..

Back to top button