Civak

Li Enqere 21 kes bi tohmeta pera bo PKKê ji xelkê distînin hatin girtin

Li gora nûçeyek di medya Tirkî de hatî belav kirin, vê sibehê zû hêzên ewlehiya Tirk li Enqere ser çend malan de girtine û bi tohmeta arikarî û berhevkirina arikariya pera ji bo PKKê 21 kes hatine binçav kirin.

Li gora rojnameyên Tirkî vê sibehê polisa ser malekî de girtine û li malê lêgerinek berfireh pêkanîne. Herweha di malê de 3 kes girtine. Yek ji wan bi navê Kasim B. ku wek berpirsê gruba hatî girtin bi nav dikin.
Ji aliyek din ve ev operasyon bi biryara dozerê Enqere pêkhatiye. Tê îdia kirin ku, ew kesên hatin girtin, ji şofêrên texiya, ji Restaurantan û ji gelek deverên din bi zorê pera ji xelkê distînin û arikariya PKKê dikin. Herweha tê îdia kirin ku gelek nameyên bi navê PKKê ji xelkê re hatîn nivîsandin, hinek çek û pere  jî girtine.

Back to top button